Arşîv

Kongreya Star a Efrînê civîna xwe ya salê lidar xist

Civîn li holekê li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê lidar ket. Hola civînê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan ên YPG, YPJ û alên Kongreya Star hate xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên `Civîna salê ya Kongreya Star a kantona Efrînê`, `Jin jiyan e azadî, Em tecrîd û faşîzmê bi dawî bikin neteweya demokratîk pêk bînin`, `Em ji bo azadiyê û serkeftina jinê tê bikoşin`, `Soza me em pergala Imraliyê bişkînin û em bi Serok Apo re azad bijîn`, `Ji bo azadî û demokrasiyê serî hildin` hatin daliqandin.

Bernameya civînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre endama Kongreya Star Ronahî Şêxo rapora salê ya kongreyê xwend.

Beşdarên civînê pêwîstiya bilindkirina asta têkoşînê bi tevahiya teşeyan, xurtkirina vîna berxwedan û têkoşînê ji bo têkbirina planên dijmin, biserxistina projeyê neteweya demokratîk û sala 2020`an bike sala azadiya Ocalan, azadiya tevahiya gelan û derxistina artêşa Tirk a dagirker ji axa Sûriyê teqez kirin.

Piştre endama rêveber a Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Şîraz Hemo rewşa xebatên koordînsayonê di 2019`an de û plansaziya wê di sala nû de kir.

Di dawiya civînê de beşdaran pêşniyarên ji bo sala bê hatine pêşkêşkirin xistin dengdayînê:

1- Divê tevahiya endamên rêveber û endamên din rê li pêşiya tevlibûna zarokên xwe ji tevgera ciwana re negirin.

2- Piştgiriya jinê di kar û derveyî wê de were kirin bi taybet dema rastî zehmetiyan tên.

3- Destpêkirina hemelya pênasekirina xeteriya zewaca di temenê biçûk de.

4- Teşwîqkirina jinê li ser fêrkirinê û xwepêşxistinê.

5- Erkdarkirina pisporek rewşa derûnî di dibistanan de ji bo ku xwendekaran ji pirsgirêkan û zextên derûnî biparêzin.

6- Perwerdekirina jinê li ser zanista jinê û pêxistinê.

7- Vekirina dewreyên zarokan.

8- Vekirina pirtûkxaneyek di Kampa Berxwedan de.

9- Vekirina werşeyên karên destan.

10- Amadekirina dosyaya belgekirina binpêkirin û sûcên dagirkeran li dijî zarok û sivîlan û pêşkêşkirina wê ji dadgehên navneteweyî ye.

11- Amadekirina dosyayan girêdayî rewşa jinê di kampan de û wan raporan ji rêxistin û saziyên hiqûqî re bişînin.

Back to top button