Arşîv

Zelal Ceger: Tirkiyê Rojhilata Navîn ber bi şeran ve dikişîne, çareserî li cem Ocalan e

Dewleta Tirk a dagirker ev 9 salin tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Têkoşer Leyla Guvan û hevalên wê bi rêya çalakiya greva birçîbûnê bi awayekî beşî tecrît şikandin. Piştre hevdîtin di navbera Ocalan û parêzer, malbataa wî de pêk hatin. Lê dewleta Tirkiye di 21`ê Cotmeha 2019`an de parêzerên Ocalan agahdar kirin ku wê cezayên “Displînê” li Rêber Ocalan ferz kiriye beyî ku navaroka wan cezayan an jî dema wê bibîr bixe.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Zelal Ceger diyar kir ku dagirkeriya Tirk tecrîd li Rêber Abdullah Ocalan ferz kir û di 2015`an de girantir kir. Zelal got: “Ji ber berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ev tecrîd hinekî hate şikandin. Di berxwedana greva biçîbûnê de ya ku di 8`ê Mijdara 2018`an de destpê kiribû û heya 200 rojan dom kiribû, hinek heval şehîd ketin. Di encama zexta gelêrî de û berxwedana hatiye dayîn, hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan pêk hatin. Piştî çend hevdîtinan desthilatdariyaTirkiyê careke din hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re asteng kirin. Dewleta Tirk ji nêrîn û fikrên Ocalan ên ji bo çareserkirina aloziyên herêmê, rawestandina şer û pêkanîna aştiyê ditirse. Ji ber ku hikumetek dîktator e û li ser bingeha şeran ava bûye.”

Zelal wiha domand: “Tu niyeta Tirkiyê tune ye bi Rêber Ocalan re diyalogê pêk bîne. Ji ber ku metirsiyên wê ji çareseriyên aştiyane hene. Ew ji bidawîkirina tecrîdê ditirse ji ber ku Rêber Ocalan wê nêrîn û perspesktîvên xwe ji gelên herêmê re pêşkêş bike. Ev nêrîn wê şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş bixe.”

‘TECRÎDA LI SER OCALAN FERZKIRÎ, LI SER GELÊ KURD JÎ FERZ KIRIYE’

Zelal di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan gunehekê li dijî mirovahiyê dike û got: “Ji mafê her girtiyek siyasî ye hevdîtinên malbat û parêzeran pêk werin. Rêber Ocalan girtiyek siyasî ye û hevdîtinê malbat û parêzer lê têne xedeqekirin. Tirkiye bi rêya ferzkirina tecrîdê li Rêber Ocalan hewl dide tecrîdê li gelê Kurd ferz bike.”

Zelal teqez kir ku pêwîste tevahiya hêzan helwesta xwe ji tecrîdê diyar bikin.

‘RÊBER OCALAN JI 1993`YAN VE HEWL DIDE AŞTIYÊ BIDE RÛNIŞTANDIN’

Zelal Ceger diyar kir ku divê hewldanên Rêber Ocalan ji bo çareserkirina aloziya kurdî û dozên aloz bi awayekî aştiyane di ber çavan re werin derbas kirin û got: “Rêber Ocalan ji 1993`yan ve ji bo doza kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike tê dikoşe. Di 1993`yan de piştî danustandina bi serokkomarê Tirkiyê yê wê demê Turkut Ozal re Rêbertî kongreyek çapemenî li Lubnanê lidar xist û diyar kir ku ew dixwazin şer bidawî bikin û dest bi porsesa aştiyê bikin. Ji wê demê ve û heta niha Rêber Ocalan dixwaze aştiyê li herêmê bide rûniştandin.”

Turkut Ozal serokkomarê Tirkiyê di navbera 1989-1993`yan de bû. Di şertên veşartî de di 17`ê Nîsana 1993`yan de wefat kir. Dazgehên çapemeniya Tirkiyê diyar kirin ku wî di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Lê kurê wî Ehmed Ozal eşkere kir ku di roja wefata bavê xwe de tu bijîşk tune bû, ne jî ambulans, lê belê bi erebeyek din ji nexweşxaneyê re hate rakirin. Tevî ku du xizmetkarên wî piştî wefata Ozal winda bûn.

Zelal wiha berdewam kir: “Di hevdîtina bi Rêber Ocalan re sala 2019`an de bang li dewleta Tirk kir ku 7 rojan dem bide wî da ku pirsgirêkên aloz bi rêya diyalogê û aştiyê çareser bike. Şerê Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê rawestîne. Bi taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha teqez kir ku ew ê karibe rolek girîng bilîze. Lê dewleta Tirk tecrîk giran kir.”

‘DEWLETÊN KOMPLOGER ŞIRÎKÊN TECRÎDÊ NE’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Zelal Ceger ev tişt diyar kirin: “Dewletên komploger şirkên tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin in. Ji ber ku li dijî fikr û felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan ava bûye ne. Ev proje berdîla pergala yekrengî ya dîktetor e.”

Her wiha Zelal got: “Ji bo ku Rêber Ocalan rola xwe di rûniştandina aştiyê de li herêmê nelîze hevdîtinên parêzer û malbatê lê têne xedeqekirin. Lê diyar e dewleta Tirk ji bîr kiriye ku gelên herêmê li ser fikrê Rêbertî ava bûne û ji bo pêkanîna wê tê dikoşe.”

Zelal îşaret pê kir ku siyaseta desthilata Tirkiyê li ser hundirê Tirkiyê, derveyî wê û tevahiya Rojhilata Navîn xeter e û wiha pê de çû: “Bi taybet li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya û hinek herêmên din.Tirkiyê Rojhilata Navîn ber bi şeran ve dibe û çareserî li cem Rêber Ocalan e.”

Back to top button