Arşîv

Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Civîn li navenda çandê li dar ket û endama koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Buroya Jinan a Perwerdeyê û gelek jinên di meclisên herêmî û komînan de dixebitin tê de amade bûn.

Di civînê de rapora salane ya karê Rêveberiya Jinan ji aliyê endama rêveberiyê Fehîme El-Casim ve hat xwendin.

Paşê endama koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hîva Erebo axivî û behsa êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiah got: “Dagirkeriya Tirk axa me dagir dike û hewl dide îradeya gelê me li pêşiya serkeftinan bişikîne.”

Her wiha jinan behsa rûdanên li herêmê û armancên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn kir. Paşê sînevîzyonek der barê kar û xebatên jinan ên sala 2019`an de hate pêşandan.

Civîn bi diyarkirina plansaziya vê salê ku ji hemleya teşwîqkirina jinan li ser tevlêbûna nava YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, parastina cewherî û hemleya pêşîgirtina madeyên hişbirê, bi dawî bû.

Back to top button