Arşîv

SKB‘ê ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla banga tevlêbûna meşa li Parîsê kir

Yekîtiya Jin ên Sosyalîst (SKB) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Di 9’ê Çileya 2013’an de di encama bazarî û hevkariya qirêj a dîktatoriya AKP-Erdogan a bi dewleta Fransayê re sê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navenda Parîsê di nava rojê de bi sûîqesteke xayinî hatin qetilkirin.

Tevî ku 7 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne, têkoşîna ji bo pêkhatina edaleta rasteqîn dewam dike. Di îdîanameya dozê de têkiliya dewleta Tirk û MÎT’ê ya bi vê komkujiyê re bi rengekî vekirî tê vegotin, tevî vê yekê jî yekane bersûcê girtî Omer Guney çend roj beriya destpêkirina rûniştina dadgehê bi mirineke gumanbar û ji nişka ve ji holê hate kirin.

‘JINÊN KURD DI ASTA AZADBÛNÊ DE NE KU SÎNORAN NAS NAKIN’

Her sê jinên Kurd, bi şêweyê tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn jiyaneke canbexşane. Sakîne Cansiz ji berxwedana xwe ya li girtîgehê heta gerîlatiyê di jiyana xwe de bû rêbereke jinê û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt.

Fîdan Dogan ku şoreşgereke jin a li Ewropayê mezin bû, têkoşîna dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd meşand. Leyla Şaylemez xwe bi berxwedana raperîner a ciwanên Kurd xemiland û bû endameke têkoşîna azadiyê. Ew bi temsîliyeta sê nifşan bûn dewama têkoşînê ku nifş bi nifş mezin dibe. Ev komkujî li dijî têkoşîna azadiyê hate kirin. Jinên Kurd gihîştine asta azadbûnê ku sînoran nas nakin.

Jinên Kurd bi polîtîkayên ku di her astê de temsîliyeta jinê girîng dibînin û xurt dikin, li dijî paşverûtiyê, êriş û polîtîkayên şerê qirêj ê mêtingeriyê jin her tim mezin kirin. Bi rêbazên kontrgerîla yên organîzeyî yên mêtingeriyê komkujiya parîsê di demeke taybet de hate kirin. Lewma ev yek daxwaz û hewldana tasfiyekirina tevgera azadiyê ya neteweyî ya Kurd e, hewldana ji bo tasfiyekirina şoreşa Kurdistanê ye.

Êriş li dijî hewldan û îradeya hevgirtî hate kirin, ku bi vê îradeyê dixwestin li ser bingeha wekheviya mafê neteweyî ya di navbera gelên me yên Kurd û Tirk de çareseriyeke aştiyane ya polîtîk a wekhev û bi rûmet ava bikin. Şêweyê pêkanîna komkujiya Parîsê, agahiyên bi rêya teşhîrkirina têkiliya kujer Omer Guney a bi MÎT’ê re hatin bidestxistin û têkiliyên veşartî yên eşkere bûn tên zanîn. Ev hemû, pozîsyona aliyên komkujiyê di nava sîstema têkiliyên qirêj a emperyalîst de eşkere dike.

Komkujiya 9’ê Çileyê bal kişandiye ser tora têkiliyên qirêj ên navneteweyî ku li ser bingeha hevkarî-paşverûtiya emperyalîst a tifaqa antî Kurd ava bûye.

Dewleta Tirk a kujer bi heman şêweyên paşverû û kontrgerîla dixwaze li welatên Ewropayê komployên nû, cînayetên nû yên siyasî bike. Şebekeyên sûc ên ku doh Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin, niha jî li pey qurbanên nû ne û bi vî rengî hewl didin hêz û kesan bitirsînin, bitepisînin. Lê hewldanên wan belasebep in. Mîna doh, îro jî em ê bi têkoşîna hevpar a gelên me û bindestan li ber çeteyên komkujer û dîktatoriya Qesrê rabin.

Di salvegera 7’an a Komkujiya Parîsê de me çiqasî karîbû dengê xwe yê yekbûyî bi rengekî girseyî bilind bikin û nehiştin ev komkujî bê nixumandin, hingî em ê pêşî li komkujiyên nû bigirin. Di sala 7’an de ji bo kiryarên rasteqîn ên komkujiya Parîsê bên eşkerekirin û edalet bi cih bê, ji bo pêşî li komkujiyên siyasî yên nû yên li Ewropayê bê girtin, ji bo em ji komkujî, paşverûtî û kiryarên yektîp ên dîktatoriya Qesrê re bêjin NA, em bang li jinên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dikin ku di 11’ê Çileyê de li Parîsê li hev kom bibin.”

Back to top button