Weqfa Jin a Helebê di sala 2019`an de 140 doz pêşwazî kir
Weqfa Jin a Perwerdeyê di sala 2019`an de karî xwe bigihîne tevahiya jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê. Da ku ji wan re bibe stragehek ewle ji bo ku pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Weqfê bi koordîneya Meclisa Lihevanîn, Dîwana Edaleta Civakî û komînên taxê hewl dide pirsgirêkên civakê bi taybet ên jinê çareser bike. Her wiha hinek dozan ji Dîwana Edaleta Civakî re dişîne da ku biryaran li gorî qanûnê bigire.
Têkildarî mijarê endama rêveber a Weqfa Jin a Perwerdeyê Perîşan Reşîd wiha behsa karê xwe kir: “Gelek jin li bajarê Efrînê ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker azar kişandine. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li wan kir. Ji ber wê me bi komînên taxê re koordîne kir û serdana tevahiya jinan kir. Çi yên ji şêniyên taxê yan jî yên ku ji Efrînê hatine da ku pirsgirêkên wan bibisîn û alîkariya wan bikin.”
Perîşan wiha domand: “Bi rêya serdanan me nêrîn û daxwazên jinan naskir. Daxwaza wan a yekemîn ew bû ku em dewreyên perwerdeyê ji wan re vekin. Lewra me bi Kongreya Star re koordîne kir da ku dewreyên fikrî û civakî di nav taxê de vekin.”
Têkildarî dozên ku weqfeyê di sala derbasbûyî de çareser kirine Perîşan got: “Piraniya pirsgirêkên hatine ber dest weqfeyê nakokiyên zewacê û pirbûna jinan bûn. Sedema van pirsgirêkan jî vedigerîn sedemên aborî. Tevî zehmetiyên koçberiyê.”
Perîşan wiha domand: “Di sala 2019`an de me 140 doz pêşwazî kir. Weqfeyê jê 60 çareser kir, 66 doz ji Dîwana Edaleta Civakî, 13 doz ji Meclisa Lihevanînê û dozek ji Hêzên Asayîşa Jin re hatine şandin.”
Girêdayî plansaziya sala nû Perîşan destnîşan kir ku ew ê hewl bidin stargehek ji jinên bê xwedî re vekin. Tevî vekirina dewreyên fikrî û civakî ji wan re.
Di dawiyê de endama rêveber a Weqfa Jin a Perwerdeyê bang li tevahiya jinan kir ku berê xwe bidin weqfê. Perîşan: “Ji ber ku weqf ji tevahiya jinên taxê re wek stargehek tê hesibandin. Endamên weqfê jî wê alîkariya wan bikin û derfeta kar ji wan re peyda bikin.”