Arşîv

Êm ê bibin şopdarê jinên pêşeng, şoreşger û têkoşer

Di 9’ê Çîleyê sala 2013 de sê jinên şoreşgerê Kurd hevala Sara(Sakîne Cansiz), hevala Rojbîn (Fidan Dogan) û hevala Ronahî (Leyla Şaylemez) ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirkiyê ve li bajarê Parîsê hate qetilkirin. Ev şahedeta heval Sara û hevalên wê wek berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê, ji aliye hêzên navdewletî pêkhat. Wek Jinekî mîlîtan û şoreşger ji aliyê giştî jinên cihanê ve dihate naskirin û li ser hêzên demokratik tesîrek mezin dida avakirin; jiber vê jî ji aliyê hêzên komloger ve hedef hate girtin. Armanca vî êrîşe valaderxistina destkeftîyên berxwedana îdeolojî û şoraşa jinê bû. Êrîşkar xwestin bi tinekirina îradeya jinê ve şoreşa azadiyê bêbandor bikin. Wekî berdewamiya komploya 9’ê Çileyê ya beramberî hevala Sakîne Cansiz û du hevalên wê di roja 5’ê Çileyê 2016 de sê jinên şoreşger û sîyasetmendar a Bakurê Kurdistanê Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir bi heman rêbazên hovane bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Li hemberî komploya bêbext a navdewletî, sekin û îradeya jin û gelên dêmokratîk li van hereman, têkoşîna azadiyê û şoreşa jinê ya cîhanî bilindtir û berfirehtir kirin. Di qada cihanî de bi dengvedana berxwedana şervanên YPJ’ê ve bersiva vê komloyê bi dehan caran hatin dayîn. Hevala Sakîne Cansiz di Şoreşa Rojava de û ji aliyê giştî jinên cihanê ve wek mînak dihate destgirtin û di nava tevger û dîroka jinên cihanê de jî wek mîlîtan û têkoşera ji bo wekhevî û azadiyê, cihê xwe girtiye. Em di salvegara şehadeta hevala Sakîne Cansiz de di nava êrîş û dagirkirina dewleta Tirkiyê de berdewamiya komploya navnetewî girantir û berfirehtir jiyan dikin. Destpêka şerê cihanê ya sêyemîn di 9’ê cotmehê de ji aliyê hêzên navdewletî ve êrîşên dagirkirinê li ser şoreşa Rojava hatiye destpêkirin. Ev êrîş û dagirkirin jî berdewamiya komploya navnetewî îfade dike. Lê belê, hemû hêzên demokratîk û gelên heremê li hemberî polîtikayên îmha û dagirkerî, berxwedaniyek mezin dane meşandin û sîstema netewa demokratîk de îfadeya xwe didomînin.

Li hemberî hemû destkeftî, têkoşîn û berxwedaniyên şoreşa azadî û wekheviyê hertim jinên pêşeng tên hedefgirtin. Çawa ku, ji bo ku şoreşa cihanî ya jinan bê tesir bikin û ji holê rabikin hevala Sakîne Cansiz hate qetilkirin; heman tîşt di êrîşa dagirkirina dewleta Tirkiyê de jî bi bûyera qetilkirina hevala Hevrîn Xelef, Dayê Aqîde û Amara Rênas de jî hate armanckirin. Ev neqebûlkirina rol û pêşengtiya jinên azad îfade dike. Ji ber ku zihniyeta zilamên serdest û desthilatdar, li hemberî hêz û rêxistinbûyîna jinan tirs û xofekî mezin jiyan dikin, îdeolojiya rizgariya jin beresiva hemû pirsgirêkên jiyanî û pêşîgirtina şer û pêvçûna ye. Ji bo vê jî divê em îdeolojî, rêxistin û hêza jinê berfirehtir û mezintir bikin û bibin şopdarê jinên pêşeng, şoreşger û têkoşer.

Em wek Kongra Star şahadeta hevala Sakîne Cansiz û rêhevalên wê wek Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqide bibîrtînin û komploya bêbext a 9’ê çileyê şermezar dikin. Em şoreşgera mezin û pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurdîstanê wek nasnameya azad a jinên cihanê digrin dest û bibin şopdarê armanc û rêya wê. Jibo azadiyê, jiyana wê her tim şer bû! Em ê jî vê şerê wê ya azadiyê bidomînin û bikin cîhanî. Weke pêşenga îdeolojiya rizgariya jin, di dile hemû jinên azadîxwaz de cihê xwe digre û jiyan dike. Li ser navê tevgera jinên Kongra Star em carekî din vê roja bêbext û xayîn şermezar dikin û dibêjin rêxistinkirin û avakirina jiyana demokratîk û azad wê bibe hilgirtina tola wan.

SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR

08.01.2020

Back to top button