Arşîv

Li Qamilo, Heleb û Kobanê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

hefet sal beriya niha hersê jinên têkoşer Sakine Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi komployeke li Parîsê hatin qetilkirin. Kongreya Star bi vê boneyê li herêmên Firat û Cizîrê û bajarê Helebê bi beşdarbûna sedan kesî çalakî lidar xistin.

QAMIŞLO

Li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Sakine û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” civîneke hate lidarxistin.

Hola civînê bi wêneyên şehîd Sakine û hevalên wê û alên Kongreya Star hatibû xemilandin. Bi behan endamên saziyên bajarê Qamişlo, partiyên siyasî, Hêzên Parastina Civakî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û şêniyên bajarê di civînê de amade bûn.

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Adar Qamişlo behsa jiyana têkoşer Sakine Cansîz kir û anî ziman ku jiyana şehîd Sakine bi têkoşîn û berxwedana li dijî hişmendiya faşîzma dewleta Tirk û pergalên desthilatar tijî bû.

Adar diyar kir ku Sakine roleke mezin di xurtkirina rêgeza azadiya jinê list û bi berxwedana xwe bû semola jina têkoşer.

Di dawiya civînê de senvîzyoneke li ser jiyana hersê têkoşeran hate pêşandan.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî ji aliyê Kongreya Star ve bi beşdarbûna bi dehan jinan civîn hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêvebera Koordînasyona Kongreya Star Hêlîn Yakto komkujiya li dijî hersê jinên têkoşer şermezar kir.

Hêlîn got: “Berxwedana jinan a li hemberî zihniyeta baviksalarî tirs û xofê dixe nava pergalên desthilatdar, ji ber ku azadiya jinê tê wateya bidawîbûna pergalên dictator. Lew ra jina pêşeng her tim dib hedefa hêzên desthildar, qetilkirina Hevrîn Xelef û êrişa li ser cenazeyê şervana YPJ‘ê nîşana vê yekê ye.”

Civîn piştî pêşandana senevîzyoneke li ser jiyana hersê têkoşeran û şûnde bi dawî bû.

KOBANÊ

Li navçeyên Sirîn û Qenaya yên kantona Kobanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan du civîn hatin lidarxistin.

Civîna li navçeya Sirînê li navenda çandê hate li darxistin. Di civîn de rêvebera Navenda Jineolojî Rohat Arif kurtejiyana hersê jinên têkoşer Sakine, Leyla û Fîdan vegot û anî ziman ku hedefkirina hersê jinan hedefkirina tevgera doplomasî ya jinan bû, arman jê ew bû ku nehêlin ji koletiyê rizgar bibe û rola xwe di civakê de bilîze.

Rojhat bal kişand ser rola Leyla Şaylemez di perwerdekirina ciwanan û avakirina nifşekî azad de ku karibe çarenûsa xwe diyar bike û got komkujiyê li ser hersê jinan beşek ji komploya navnetewî ya li cijî gelê Kurd e

Back to top button