Arşîv

Li Hesekê û Girkê Legê bîranîna Sakîna Cansiz û hevalên wê

Ji bo bîranîna Sakîna Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) Kongreya Star a bajarê Hesekê semînerek li dar xist.

Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismaîl axivî, behsa berxwedana jinan di dîrokê de kir û kesayeta têkoşer Sakîna û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku berxwedana şehîd Sakîna Cansiz mîna mîladekê ji jinan re bû ku rêya jiyana xwe biguherînin.

Bêrîvana Ismaîl behsa çîroka jiyana têkoşer Sakîna û hevalên wê kir ku roleke aktîf di xurtkirina azadiya jinan de lîstine. Bêrîvan wiha got: “Kesayeta şehîd Sakîna Cansiz îsbat kir ku jin dikarin zehmetiyan bikişîn, ji ber ku vîna wan xurt e û her wiha dikarin ji bo azadiyê jî tê bikoşin.”

Bêrîvan Ismaîl di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku berxwedana şehîd Sakîna Cansiz mîladeke nû ji jinan re bû da ku jiyana xwe biguherînin.

Semîner bi pêşandana sînevîzyoneke der barê jiyana şehîd Sakîna Cansiz de bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Jinan a PYD`ê ya navçeya Girkê Legê ji bo bîranîna her sê têkoşeran civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan jinên navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê amade bûn.

Civîn li hola Sendîkaya Karkeran li dar ket. Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê Kelsûma Elî der barê têkoşîna jinan de axivî û wiha got: “Me berxwedana xwe ji têkoşîna her sê hevalan; Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan girt, ji bo mafên gelan û bi taybet gelê Kurd.”

Kelsûma wiha got: “Bi saya têkoşîna jinan, di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de, jin bi hejmareke mezin tev li şoreşa Rojava bûn û roleke aktîf di hemû beşan de lîstin.”

Civîn bi pêşandana sînevîzyoneke der barê jiyana têkoşeran de bi dawî bû.

(jo)

Back to top button