Arşîv

Li Tebqayê têkoşer Sakîne û hevalên wê hatin bibîranîn

9`ê Çileyê salvegera 7`an a komujiya li Parîsê ya li dijî her sê têkoşeran Sakîne Canzis, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e.

Merasîma bîranîna her sê têkoşeran li Navenda Çandî ya bajêrê Tebqayê ji aliyê Rêveberiya Jinan ve hate lidarxistin. Endamên rêveber, endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Jin, Meclisa Sivîl a Tebqayê û bi dehan jinên Tebqayê û her du gundewarên wê yên rojhilat û bakur tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û mûm li ber wêneyên her sê têkoşeran hatin pêxistin.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Foza El-Mihemed axivî û teqez kir ku têkoşer Sakîne pêşenga têkoşînê bû û ji jinên yekemîn ên ku barê rizgarkirina jinê hilda ser xwe, şoreşa azadiyê bi rêve bir û qeydên koletiyê şikand. Foza bi navê tevahiya jinên Tebqayê soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedana her sê têkoşeran da.

Di dawiya merasîmê de sînevizyonek girêdayî jiyana her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate pêşendan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27