Arşîv

Dayîka Necah bîranînên xwe yên bi têkoşer Sakîne Cansiz re parve kir

Di 9‘ê Çileya 2013‘an de istixbarata dewleta Tirk a dagirker, li paytexta Frasayê Parîsê, bi komployekê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin.

Bi wesîleya salvegera 7‘emîn a şehadeta her sê jinên têkoşer, dayika Necah Gulo ya ji bajarê Qamişlo ku 3 caran hevdîtin bi têkoşer Sakîne re pêk aniye, kêliyên hevdîtinê bi bîr tîne.

Necah Gulo di destpêka axaftina xwe de şehîd Sakine Cansîz bi bîr anî û got: “Sakine bi têkoşîna xwe û rihê xwe yê şoreşgerî bandoreke mezin li bi hezaran kesan kir.”

Necah, hevdîtina yekemîn a di sala 1985‘an de bi şehîd Sakîne re pêk anî wiha vegot: “Min di kesayeta şehîd Sakîne de jineke bi hêz dît, ku dikarî rihê welatparêziyê di nav me de geş bike û ji tevahî jinên şoreşger û têkoşer re bibe pêşeng.”

Necah cara duyemîn di sala 1988’an de têkoşer Sakîne li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz ditibû. Necah wan rojan wiha rave dike: “Rêber Abdullah Ocelan pesnê qehrematî û îradeya şehîd Sakîne da, jê xwest ku rêwîtiya xwe û çîroka xwe ya li girtîgeha Amedê binvisîne. Têkoşer Sakîne li girtîgeha Amedê bibû sembola jina têkoşer. Li gel hevalên xwe Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş û hevalên din berxwedanek bê hempa dan.”

Necah kêliyên wê hevdîtinê bi bîr tîne: “Civîn di baregehê de ji me re dihatin lidarxistin. Têkoşer Sakîne belavok dinvisandin û bi jinên ji Rojava re nîqaş dikir û kesayeta wan alanîz dikir.”

Cara sêyemîn ku Necah têkoşer Sakîne dîtibû, di sala 2002‘an li Çiyayê Qedîlê bû. Necah wiha qala wê hevdîtinê kir: “Her sibe em li ser dengê têkoşer Sakîne şiyar dibûn. Sakîne bi aktîvbûn û çalakbûna xwe dihat naskirin. Ev çalakî dide derdorê jî. Nêzîkatiyên wê yên bi me re pir xweş bû û ji nêzîkatiyên kesên din cûda bû. Di nîqaşên xwe de giranî dida ku kurd xwe û dîroka xwe nas bike, jin jî xwe nas bike. Gelek jinan ji bo jiyaneke bi azad û bi rûmet canê xwe feda kirine, şehîd Sakîne jî di her qadan de kar, rêxistinî, çalakî û perwerdekirina jinan sembola jina azad e.”

Necah got: “Dema min têkoşer Sakîne dît bi rihê wî yê têkoşer û kesayeta wê ya bi hêz pir kêfxweş bûm. Şehîd Sakîne di têkoşîna xwe de kedeke mezin da. Bandor li gelê xwe kir. Îro em dibînin ku bi hezaran dayik navê keçên xwe kirine Sakîne û bi sedan şervan dan ser şopa wê. Şehîd Sakîne li hemberî zihniyeta baviksalarî û pergalên faşîst wekî dewleta Tirk sekinî, li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bû. Ji zulmê re serî neditewand, ji ber vê yekê ji aliyê MÎT’ê ve hate qetilkirin.”

Necah Gulo di dawiya axaftina xwe de got: “Şehîd Sakîne bi fikr û berxwedana xwe ya li dijî zulmê dîrok nivîsand. Di berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kes mînakên wê derketin mîna Hevrîn, Barîn û Avesta, têkoşîna Sakîne berdewam e û di dilê her kesî de zindî ye.”

Back to top button