Arşîv

Şoreşa jinan a sê nifşan: Sara, Rojbîn û Ronahî

Sara milîtana nifşê yekemîn, Rojbîn nifşê duyemîn, Ronahî jî nifşê sêyemîn ê têkoşîna azadiya jinan e.

LI KOÇBERIYÊ DILEKÎ CIWAN Ê ŞOREŞGER, LEYLA

Leyla Şaylemez (Ronahî) milîtana nifşê sêyemîn a şoreşa jinan e. Dilsoziya wê ya bi nasname û çanda xwe hişt ku li Ewropayê wê bikişîne nava têkoşîna azadiyê. Ronahî, pêşenga tevgera ciwanên Kurd a Ewropayê bû.

Rohanî, di axaftineke xwe ya li çalakiyeke tevgera ciwanan de wiha dibêje: “Em ciwanên Kurd yên ku koçberî Ewropayê bûne, divê em xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin û berê xwe her tim bidin Kurdistanê. Heke em nasnameya xwe ji bîr bikin, tê wê wateyê ku em mirovên winda ne. Divê em windabûnê hilnebijêrin, divê em bibin dîrok û ber bi azadiyê ve biherikin.”

FÎDAN DOGAN: ROJBÎNA ME

Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di nava karên dîplomasiyê de bi xebatên xwe yên serkeftî tê naskirin. Rojbîn hê di temenê biçûk de şoreşgerî hilbijart, di forum û civînan û ji parlamentoyan heta Konseya Ewropayê nûneriya Kurdan kir.

Rojbîn dîplomasî tenê li cihên fermî na, li kolanan bi gelan re jî dikir. Di hemû çalakiyên li Ewropayê de ew her tim li pêş bû. Rojbîn, bi xebatên xwe yên serkeftî doza gelê Kurd bi hemû cîhanê da bihîstîn.

Sala 2010’an li Parîs’ê di çalakiyek li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de di hevpeyvîna xwe de wiha dibêje:

“Rêber Ocalan bi fikr û şoreşgeriya xwe ji tevahî şoreşgerên cîhanê re, rê nîşan dide. Heke em ji sosyalîzma sedsala 21’an bawer dikin, wê demê divê em rêber Ocalan fêm bikin û tecrîda li dijî wî bi hev re bişikînin.”

SAKÎNE CANSIZ: GAVA PÊŞÎN A AZADIYÊ

Der barê Sakîne Cansiz de çi were gotin, wê kêm bimîne. Ji du jinan jineke destpêkê ya tev li kongreya damezirîner a PKK’ê bûye. Li Zindana Amedê bi qasî tifî rûyê dijminê xwe bike, wêrek e.

Me Sara wek fermandareke gerîla, wek ajîtator, carinan dîplomat, siyasetmedar, rojnamevan û carinan jî pêşenga civak û şoreşa çandî dît.

Ew rêka ku em tê de dimeşin, gavên wê yên destpêkê avêtin û pêk anîn. Sara ya ku jiyana wê bi xwe şer bû, çend hevokan ji pênûsa wê bi xwe divê em guhdar bikin û jê fêm bikin:

“… zeman gelekî baş derdixe holê, eşkere dike û min her tim ji zeman bawer kir.

Dema ku ez vedigerim ‘emreke dirêj’ û li salên mezin dinêrim, gelek tiştên dîsa ji nû ve werin jiyîn û bibîranîn hene! Parçeyên ku ji wê qut dibin û ber bi aliyên te yên herî ji rêzê, dûr dema dadikevin, piştre careke din di her kêliya wê de bêhneke kûr dayîn û standin, bi lêpirsîneke herî aşkere ya mezin ve xwe gihandina ronahiya rastiyê, bûyereke gelekî xweş e.”

Back to top button