Arşîv

‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’

Bi dirûşma “Bi giyanê Sakîne û Hevrînan, em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” Kongreya Star li navçeya Şedadê merasîma bîranîna her sê jinên têkoşer; Sakîne, Fîdan û Leyla, li dar xist.

Merasîma bîranînê li eywana sporê ya navçeyê li dar ket û saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyên Şedadê, Mirgede, Erîşe û Ebdan û endamên Mala Jinan, Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan jin û mêr tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji rêveberên kantona Hesekê Canda behsa rola têkoşer Sakîne Cansîz û hevreyên wê kir û da zanîn ku ew yekemîn jin bû ku erka rizgarkirina jinan, rêvebirina şoreşê û şikandina bendên koletiyê girte ser milê xwe. Canda anî ziman ku jin şopdarên şehîd Sakîne û Hevrîn Xelef in.

Piştre, ji rêveberên Kongreya Star a Şedadê, Emîra El-Seed jî got: “Şehîd Sakîne nemiriye, ew di giyanê her jineke aşiqê azadiyê û koletiyê red dike de dijî.”

Emîra got jinên navçeya Şedadê şopdarên rêya şehîdan in.

Merasîm bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyan û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Back to top button