Arşîv

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sê jinên têkoşer hatin bibîranîn

9`ê Çileya 2013`an têkoşer Sakîne û 2 hevrêyên wê li Parîsê ji aliyê îstixbaratên Tirkiyê ve hatin şehîdxistin. Ji bo salvegera 7`emîn a şehadeta her sê hevalan li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespî, Qamişlo û Hesekê meş hatin lidarxistin.

DÊRIK
Şêniyên bajarê Dirêkê li Qada Şehîdan a navenda bajêr kom bûn û wêneyên her sê têkoşeran; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, her wiha wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde û Amara Rênas û pankartên “Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” hildan.

Meş ji Qada Şehîdan dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ve çû. Meş li navenda ciwanan veguherî mitîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Dêrikê Rîhan Temo axivî û hemû şehîdên azadiyê û bi taybet jinên ku ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve mîna Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û Amara Rênas bi bîr anîn.

Rîhan destnîşan kir ku qetilkirina her sê têkoşeran bandor li tevahî jinên cîhanê kir ku bi hezaran jin li dijî vê komployê daketin qadan û wiha pê de çû: “Îro jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman kiryaran li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Armanca wan ew e ku îradeya jinan, destkefiyên wan bişikînin û têk bibin. Îro jin bi hemû hêz û îradeya xwe parastina tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û berxwedana wan li tevahî cîhanê deng vedaye.”

GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daketin qadan.

meşa li Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Meş li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û her sê têkoşer bi bîr anîn. Remziya di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Şehadeta her sê têkoşeran ji jinên berxwedêr re bû dîrok. Jinên têkoşer bi îradeya xwe ya azad azadî ji tevahî jinên cîhanê re ava kir. Îro jî em dibînin ku bi saya firkên jinên Kurd em hemû bi hev re lê vê derê kom bûne.”

Remziya di axaftina xwe de soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û tevahî şehîdên azadiyê bin.

Mitîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

HESEKÊ
Kongreya Star li bajarê Hesekê îro bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyan meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya nuqteya tenduristiyê ya navçeya Til Hecer heta Qada Şehîd Agirî dewam kir. Meşvanan alên QSD, YPG, YPJ û Kongreya Star û wêneyên her sê tekoşerên jin rakirin.

Li Qada Şehîd Agirî meş veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star li kantona Hesekê Rêjîn Salih axivî û Komkujiya Parîsê ya li dijî her sê jinên têkoşerên, her wiha bêdengiya dewleta Fransayê şermezar kirin. Rêjîn Salih wiha got: “Ev komkujî wek berdewama Komploya 15`ê Sibatê ye ku rêber Ocalan kir hedef û tecrîd û qirkirina siyasî ku ji aliyê hikumeta Tirk ve tê kirin e.”

Rêjînê diyar kir ku berxwedana jinan dewam dike û kes nikare vîna wan bişikîne. Her wiha soza şopandina rêya wan didin.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û berxwedana jinan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bang kir ku hesab ji kesên ku komkujyan li dijî jinan pêk tînin û destpêkê kesên ku têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylmez û Fîdan Dogan şehîd xistin, were xwestin.

Şêniyên navçeyê ji bo salvegera 7`emîn a komkujiya Parîsê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran, şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde hatin hildan. Her wiha pankartên “Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” hatin hildan.

Meş li pêşiya navenda meclisa navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Henîfa Mihemed axivî. Henîfa di axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagikrer jinan dike hedef. Kiryarên wê parçeyek ji siyaseta wê ya dagirkirinê ye. Bi rêya êrişên xwe dixwaze îradeya jinên azad bişikîne.”

Henîfa Mihemed tekez kir ku hedefgirtina her sê têkoşeran Sakîne, Fîdan û Leyla her wiha siyasetmedar Hevrîn Xelef, şehîd Amara Rênas hişt ku asta têkoşîna jinan bilind bibe.

Meş bi dirûşmên banga derxistina dewleta Tirk a dagirker û hesabxwestina ji kujerên jinan, bi dawî bû.

QAMIŞLO
Bi heman armancê, şêniyên bajarê Qamişlo jî daketin qadan û ji çerxerêya depoyan a navenda bajarê Qamişlo dest bi meşê kirin û wêneyên her sê têkoşeran; Sakîne, Leyla û Fîdan rakirin.

Meşvanan dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Mirin ji dagirkeriya Tirk re” berz kirin. Meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna şehîdan, endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn axivî û her sê jinên têkoşer bi bîr anîn. Emel anî ziman ku dewleta Fransayê îdia dike ku ew dewleteke demokratîk e û mafên mirovan diparêze, lê der barê kujerên her sê jinên têkoşer de tu gavên cidî neavêtin û da zanîn ku Sakîne bi têkoşîna xwe bû sembola jinên tevahiya cîhanê û sembola berxwedan û azadiyê.

AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi sedan kesî bi meşekê komkujiya li Parîsê ya li dijî her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla şermezara kirin.

Meş li ser banga Kongreya Star bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin.” Hate lidarxistin.

Meş ji qada Jinê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meşvanan wêneyên têkoşer Sakîne, Leyla û Fîdan, Rêberê Abdullah Ocalan, alên YPJ, Kongreya Star û PYD hilda bûn.

Meş li ber navenda Şehîd Mûrad a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rawestiya. Rêvebera Kongreya Star Xaliya Necar axivî, hikûmeta Fransayê şermezar kir û got: “Qatilên her sê şoreşgeran hîna serebest in û hesab ji wan nehatiye xwestin. Fransa ya ku îdia dike ku dewleteke demokratîk û nirxên mirovahiyê diparêze, lê mixabin me ti parastin û mafên mirovan li wir nediye.”

HELEB
Li bajarê Helebê jî bi beşdarbûna bi sedan kesî komkujya li Parîsê ya li dijî her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla hate protestokirin. Şêniyan wêneyên her sê jinên têkoşer, Hevrîn Xelef, dayika Aqîde, Pakîze, Sêvê û Fatime hildabûn, ji ber hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kirin.

Meş piştî ku di nava gelek kolanan re derbas bû li ber çarxerêya Şehîd Destîna a beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Helebê Şervîn Delîl axivî. Şervîn komkujiya Parîsê şermezar kir kir û anî ziman ku Sakîne, Leyla û Fîdan mînakên jina azad in.

Şervîn destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk dixwaze îradeya her jineke ku li hemberî zihniyeta desthilatdar a dîktator têdikoşe têk bibe.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

BEYRÛT
Bi sedan kurdên li paytexta Lubnan, Beyrûtê dijîn li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Beşdaran wêneyên şehîd Sakîne Cansîz û hevalên wê û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hilda bûn.

Bi navê Kongreya Star Cîhan Hemû û bi navê TEV-DEM‘ê Ehmed Efrînî axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku qetilkirina her sê jinên têkoşer berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û komployeke li dijî îradeya jina azad e.

Di dawiyê de xwepêşandêran belgeya şermezarkirina komkjiyê radestî nûnerên mafên mirovan di NY‘yê de kirin û xwestin ku sûcdarên komkujiyê di dadgehên navdewletî de werin cezakirin.

TIL BIRAK
Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo, bi sedan kes daketin qadan qetilkirina her sê jinên têkoşer şermezar kirin.

Meşvanan, wêneyên Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Hevrîn Xelef û dayika Aqîde hilda bûn û pankartên “Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” û “Dagirkerî tundî ye” vekiribûn. Her wiha dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe” qîr dikrin.

Meş li ber çarexerêya Şehîdan a navenda navçeyê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin endama Meclisa Navçeya Til Temirê Ferha El-Bekir axivî, anî ziman ku armanca komkujiya li Parîsê têkbirina projeya aştiyê û tesfiyekirina tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Ferha anî ziman ku komploya vala hate derxistin, ji ber ku berxwedan gel ji bo azadiyê berdewam e.

Ferha soza şopandina rêya şehîdan da.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

Back to top button