Arşîv

Li gelek navendan şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê îstîxbara Tirk ve hatin qetilkirin li Dirbêsiyê, Til Hemîs, Kobanê û Reqayê hatin bibîranîn.

DIRBÊSIYÊ

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê merasîmê bîranîna her sê jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla li navenda çandê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mûrad axivî, bal kişand ser rola her sê jinên şoreşger û got: “Sakîne û hevalên wê ji jinên pêşeng in ên ku mafên jin û gelê Kurd li Ewropayê parastin heta gihiştin asta şehadetê.”

Zeyneb anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim jinên Kurd ên azad û xwedî îrade dikin hedef.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di civînê de belgefîlmeke li ser têkoşîna her sê jinên şoreşger hate pêşandan.

Civîn berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIL HEMÎS
Li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo kongreya Star bi heman armancê civîneke li navendê çandê bi amadebûna bi dehan şêniyan lidar xist.

Di civînê belgefîlmeke li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hate pêşandan. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku armanca dewleta Tirk a ji komkujiya Parîsê ya li dijî jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla têkbirina karê siyasî yên jinan û îrdeya wê ya azad e.

Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

KOBANÊ
Li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê her sê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

Di civînê de Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Mihemed behsa ked û têkoşîna şehîd Sakîne Cansîz, hate gotin ku ev komkujî berdewama komkujiya Dêrsimê ye.

Di dawiyê de belgefîmek li ser kurtejiyana şehîd Sakîne û hevalên wê hate pêşandan.

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê bi beşdarbûna bi dehan jinan li hola Tac a deriyê têketina bajar a başûr civînek li dar xist.

Civîn bi deqeya rêzgirtin destpê kir, Meclisa Malbatên Şehîdan mûm vêxistin her wiha senevîzyonek li ser jiyana têkoşîna Sakîne Cansîz a di nava têkoşîna azadiyê de hate pêşanda.

Piştre, endama Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Delal Derwîş behsa têkoşîna sersê şehîdan kir û got:”Têkoşer Sakîne Cansîz û hevalên wê Fîdan û Leyla ji jinên ku koletiya ji ser jinan red kirin û li hemberî wê têkoşîn kir.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad bi dawî bû.

Back to top button