Rêzesemîner li Kobanê ji bo bîranîna hersê tekoşeran, Sakîne, Fîdan û Leyla
Desteya Perwerde û Fêrkirinê li bajarê Kobanê û navçeya Çelebiyê û Şêranê rêze semîner li dar xistin, ji bo şermezarkirina komkujiya ku derheqê hersê tekoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ku ji aliyê istixbaratên Tirkiyê li Parîsê sala 2013`an pêk hat.
Li semînera ku ji aliyê desteya Perwerde û Fêrkirinê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê hate li darxistin. Ji aliyê Endama rêveberiya TEV-DEM`ê li Kobanê Raperîn Norhaq hate birêve birin, Raperîn behsa jiyana tekoşer Sakîne Cansiz û hevalên wê kir.
Raperîn wiha domand: “Şehîd Sakîne keça bajarê Dêrsimê ye, bajarê ku bindestî û dagirkerî qebûl nekir.”
Her wiha Raperîn wiha teqez kir: “Faşîsta Tirkiyê û dewletên desthilatdar ji bo hedefgirtina kesayeta tekoşer û pêşeng Sakîne Cansiz û şikandina îradeya jina azad lihev civiyan.”
Di dawiya axaftina xwe de Raperîn wiha got: “Pêvajoya ku jina li şoreşa Rojava gihaşt, dewama tekoşîn û berxwedana tekoşer Sakîne Cansiz e.”
Paşê senîvizyonek li ser jiyana tekoşer Sakîne Cansiz û tekoşîna wê hate pêşandan.