Arşîv

‘Bi makyaja sînema re rastiya civakê xêzdikim’

Amûdê – Ciwana bi navê Diyana Zekî Başewat berhema xêzkirina makyaja sînemayê dike. Têkîldarê berhemên xwe axivî û got: “Bi giştî xêzkirina ku ez li ser rûyan çêdikim, li ser tiştên ku li serê welatê min de tê û tundiya ku li ser jinê tê kirin xêzdikim.”

Ciwana bi navê Diyana Zekî Başewat ji navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo ye û 16’e sali ye. Bi rêya tora medyaya civakî xwe fêrî xêzkirina makyaja sînema, pispor kiriye. Diyana têkîldarê berhemên xwe ji ajansa me re axivî.

‘Makyaja filmên sînema li welatê min kêm e’

Diyana di despêka axaftina xwe de li ser fêrbûna xwe ji xêzkirina makyaja sinema li ser rûyan kir û wiha got: “Rojek min medya civakî temaşe dikir, çavê min li dîmenekî xêzkirina makyaja sînema ket, min temaşe kir û li ser destên kesan bi boyaxan birînên rastî çêdikirin û gelek bala min kişand. Berhemên xêzkirina makyaja filmên sînema li welatên min kêm e, min jî xwest ku ez ji wan kesê cûda yên ku makyaja sînema xêz dikin bibim.”

‘Civak ji bo karê min nerazîbûna xwe nîşan dan’

Diyana di dewama axaftina xwe de behsa nerazîbûna civakê ji berhemê wê re kir û wiha domand: “Min bi mêzekirina dîmenekî xwest ku ez jî fêrî xêzkirina makyaja sînema bibim. Êdî min bi rengekî rojane dîmenên bernameyên tora medyaya civakî yên cur bi cur makyaja sînema temaşe dikir. Rojek min li ser rûyê xwe birînek xêz kir û min nîşanî dayik û bavê xwe kir û matmayî man, ji ber gelek dişibiya birînên rast, lê belê gotin ‘Tiştekî balkêş û xweşike, di heman demê de pêşerojê wê tuneye’. Paşê min berhemên xwe nîşanî civak û hin hevalên xwe kir, ew jî diyar kirin ku karekî bê sûd e.”

‘Êşên biçûk xêz dikim’

Diyana diyar kir ku birayê wê pişkiriya berhemên wê kiriye û wiha got: “Dayik û bavê min bi gotina civakê gelek bandor dibûn. Tevî nerazibûna wan min her roj li ser rûyê xwe makyaja sînema xêzdikir. Tenê ji bo berhemên min birayê min pişgirî da min û ji min re got ‘Berhema te pir xweşik û cuda ye, kesek di welatê me de berhemek wiha raber nekiriye, bila tu yekemîn şêwekara xêzkirina makyaja sînema di welatê me de bibe’, dema ku birayê min ev gotin ji min re got, hêrsa min ji bo pêşxistin û dewam kirinê bêhtir bû û min biryar da ku bi makyaja sinama re rastiya civakê xêz bikim. Paşê xwîşk û birayên min li derveyî welat ji min re amûrên pêwist şandin, ji bo ku ez karê xwe hîn pêştir bixim. Piştî ku berhemên min zêdetir pêşketin, dayik û bavê min razîbûna xwe nîşan dan û piştgiriya min kirin. Hemû hevalên min jî matmayî man ku çawa ez bi vî temenê dikarim van êşên biçûk xêz bikim. Bi giştî xêzkirina ku ez li ser rûyan çêdikim, li ser tiştên ku li serê welatê min de tê û tundiya ku li ser jinê tê kirin xêzdikim. ”

Back to top button