Arşîv

Jinên ciwan ên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên ciwan em ê komployan têk bibin” jinên ciwan ên Minbicê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina destwerdana dewleta Tirk a dewletên cîran, meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan a Minbicê dest pê kir û heta avahiya komîteyan a li rojavayê bajêr çû. Jinên ciwan alên Meclisa Jinan hildan.

Meş li pêş avahiya komîteyan vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin. Paşê bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê endama Yekitiya Werzîşê Rûa Seto axivî û wiha got: “Komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr û hêza me bi rihê berxwedana ku me ji fikrên Abdullah Ocalan wergirtine, zêde dike,.”

Paşê bi navê Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarê Wê Nesrîn Şêxo axivî û berxwedana şehîdên azadiyê silav kir û wiha got: “Bi saya lehengiya şehîdan, em azad dijîn.”

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û şehîdên azadiyê bi dawî bû.

Back to top button