Arşîv

Rodîn Bozan: Em ê li dijî dagirkeriyê xebatên xwe berfirehtir bikin

Endama YJC’ê a Kantona Kobanê Rodîn Bozan derbarê civîna ku wê îro li Kobanê bê lidarxistin nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Em ê di dilê dijmin de biteqin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Suriyê dê civîneke berfirh di derbarê kar û xebatên xwe yên sala 2019’an û pilansaziya 2020’an de îro bi beşdarbûna rêveberiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dar bixe. Di civînê de wê ciwan rewşa siyasî, rêxistinî, perwerde û bandora ciwanan a di nava gel de bê nirxandin. Her wiha di sala 2020’an de wê rewşa ciwanan bi çi şêweyî be, bersivdayîna wan a li dijî dagirkeram li ser axa Bakur û Rojhilatê Suriyê di kîjan astê de be, li dijî pergala kapîtalîst têkoşînek çawa bidin meşandin û ji nû ve rêxstinkirina pergala xwe bigrin dest. Tê payîn ku wê civîn du rojan bidome.

Di vê çarçovê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ya Kantona Kobanê Rodîn Bozan derbarê civîna ku wê îro bê li dar xistin de nêrxandin kir.

‘Di encama xebatên xurt de ciwan tên rêxistinkirin’

Rodîn di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser kar û xebatên ku tên kirin û ev tişt got: “Ji bo em bikaribin xebatên xwe yên sala 2019’an baştir binirxînin me pêwîstî bi civînek berfireh a rêveberiyên herêmê dît. Armanca me ji vê civînê ew e ku em kêmasiyên xebatên xwe yên sala derbasbûyî bi awayek xurt binirxînin, her wiha ji bo sala 2020’an pilansaziyek baş û girîng derxînin. Em hewil didin ku bi her awayî kesayeta xwe û ciwanan ji bandora pergala kapîtalîst rizgar bikin. Herêmên me ne tenê bi awayek bejahî tên dagirkirin. Di heman demê de netew-dewlet şerên taybet jî li van herêman bi awayek sîstematîk didin meşandin. Ji bo em li dijî her cure êrîşan bisekinin em pêwîstî bi perwerdeyên bîrdozî û civakî dibînin.”

‘Em ê nehêlin dewleta faşîst axa me dagir bike’

Rodîn di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku xwedî li axa xwe derkevin û li dijî êrîşên dagirker bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji tevahî ciwanan re heye ku bi taybet ciwanên dev ji axa xwe berdane û derketine dervayî welat, pêwîste hemû bizivirin ser axa xwe û li dijî êrîşan têbikoşin. Divê ciwan kar û xebatên xwe bi hêztir bikin û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.”

Back to top button