Arşîv

Tîma Jinan a Amûdê beşdarî lîga jinan a Sûriyê dibin

Tîma Jinan a Amûdê ya futbolê sala 2016`an hate avakirin û beşdarî gelek turnuvoyên futbolê ku li ser astê herêma Cizîrê hatin lidarxistin, bû. Niha jî amadekariyan dike ku cara yekemîn beşdarî lîga futbolê ya jinan a Sûriyê bibe.

Tê payîn ku çalakiyên futbolê yên jinên Sûriyê di 16`ê Çile de li paytexta Sûriyê Şamê li dar bikevin û tê de 7 tîm ji parêzgehên Siwêda, Himis, Şam û Hemayê beşdar bibin.

Rêveberê tîmê Ibrahîm Elî destnîşan kir ku tîma Amûdê dê di çend rojên bê de berê xwe bide paytexta Sûriyê Şamê ji bo ku beşdarî lîgê bibe.

Lîstikvanên jin ên tîma jinên Amûdê di nava tîma jinên Sûriyê de beşdarî Kesa Neteweyên Asyayê ya Jinan bûn ku cara 19`emîn li Urdinê sala 2018`an li dar ket.

Back to top button