Arşîv

Fîlmê “Ji bo azadiyê” li Qamişlo hate pêşandan

Komîna Fîlm Rojava vê care fîlmê “Ji bo azadiyê” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo pêşand.

Fîlm duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê hatibû pêşandan.

Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ ji aliyê derhêner Ersîn Çelîk ve li bajarê Kobanê hatiye kişandin û berxwedana 100 rojan a ciwanên Kurd li Sûra Amedê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bûyerên rasteqîn pêkhatine vedibêje. Fîlm cara yekem di Mîhrecana Sîmena ya Navnetewî de li Hindistanê hate pêşandan.

Back to top button