Arşîv

Kongreya Star salvegera damezirandina kongreyê pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi wîsîleya salvegera 4‘an a damezirandina kongreyê daxuyaniyeke nivîsikî da.

Daxuyaniyî wiha ye:

“Di 15’ê meha Çileya 2016’an Kongreya Star xwe weke sîwana tevgera jin a Rojava îlan kir. Em destpêkê salvegera Kongreya Star li hemû jinên şoreşger, têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin ev mîrasa ku ji dîroka tevgera jin a cîhanê hatiye girtin wê ji aliyê Kongreya Star ve, li her qadên têkoşîn û jiyanê bê berdewam kirin. Ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî; asta têkoşîna azadiya jinan û civakê bi jinên berxwedêr û azadîxwaz ve wê hîn bilintir bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê, tevgera jin destpêkê bi navê Yekîtiya Star sala 2005’an hate damezirandin û xwe di nava xebatên civakê de rêxistin kirin. Di heman demê de, di nava PYD’ê de jî ji bo pêşketina siyaseta jin, wek xebatên xweser ên jin hatin rêxistinkirin. Ji sala 2005’an heya 2011’yan ve li hemberî zordestî û zilma zihniyeta dewleta Sûriyê gelek xebat hatin meşandin. Têkoşînên giranbûha û berdêlên giran ji aliyê jinên Yekîtiya Star ve hatin dayîn. Di vê berxwedanî û têkoşînê de gelek jin hatin bincavkirin, hatin îşkencekirin û hatin windakirin. Wek mînak Nazlîye Keçel jî yek ji wan jinên berxwdêr ên ku ji aliyê Dewletê ve hate windakirin û hîn jî akibeta wê ne diyare.

Yekîtiya Star, di şoreşa Rojava de jî wekî jinên şoreşger û şervanên jin rola xwe ya pêşengtiyê leyîst. Bi hezaran jin rêxistin kirin û di gelek xebatên civakî û siyasî de jî cihê xwe girtin. Xebatên tevgera jin a Rojava bi avabûna Yekîtiya Star re destpêkir û ji bo azadî û wekheviya jinan xebatên xwe bi navê Kongreya Star ve dan berdewamkirin. Bi tecrube û destkeftiyên Yekîtiya Star ve têkoşîna azadiya jinan bi avabûna Kongreya Star hîn berfirehtir û zengîntir bû. Niha jî bi rêxistinbûyînekî xweser a civakî û siyasî ve di gelek qadên têkoşînê de sîstema xweser a jinan hatiye avakirin. Bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê ve jî hem di Rojhilata Navîn de hem jî di giştî cihanê de bû modelek.

Hemû jinên Rojava di xebatên Yekîtiya Star heya destpêkirina şoreşa Rojava, rola xwe ya pêşengtiyê leyîstin û gelek qadên têkoşîna şoreşê de cihê xwe girtin. Hem xebatên parastinê û hem jî yên siyasî de gelek erken giran dan ser milên xwe. Di avakirin û têkoşîna azadiya jinan de jibo pêşketina xebatên xweser û pêşengtiya jin ,hevala Ş. Şîlan Kobanê bû sembolek. Di oxira azadiya şoreşa jin û gelên heremê de jî jinên têkoşer ên wek Ş. Gulê Selmo, Fatma Hecî, Eyşe Elî û dayê Aqîde jî ji bo avakirina civaka azad û wekhev şehit ketin û mohra xwe li dîrokê xistin.

Di avabûn û meşandina xebatên rêxistinkirina xweser û di rêya têkoşîna azadiya jinan de gelek bedelên giranbûha û gelek şehid hatin dayîn. Dîsa, di avabûn û rêxistinkirina sîstema civaka demokratîk te hevalên pêşeng û xwedî rol, canê xwe dan. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî jinan girêdan, bîr û baweriya xwe bi awayeke şênber dan nişandan. Mînaka vê jî bi çalakiya canbexşane ya hevala Ş. Berîvan, Ş. Avesta Xabûr û Ş. Barîn Kobanê ve bû emsal. Dîsa di berxwedaniya Kobanê de hevala Ş. Rêvan, Ş. Arîn Mîrkan û gelek hevalên ku me navên wan diyar nekiriye, xwe xistin nava rûpelên dîroka têkoşîna azadiya jin. Bi saya şehîdên nemir, artêşa jinan û bi keda xebatkarên rêxistinkirina jinan ve di her qada jiyanê de maf û rola jinê derkete holê û îradeya jin hatin temsîlkirin. Di Berxwedana Rûmetê de jî hevala Ş. Amara di parastina ax û rûmeta xwe de, hevala Hevrîn Xelef di pêşengtiya siyaseta demokratîk de, dayê Aqîde jî ji bo pêkanîna edaleta jin a civakî, şehîd ketin û bala giştî cîhanê kişandin ser Berxwedana Rûmetê.

Kongreya Star, ev tecrube û mîrasa ku ji Tevgera Azadiya Jin a Cîhanê girtiye û taybet jî ji bingeha avabûna Yekîtiya Star, rol û misyona ku girtiye ser milên xwe bi awayeke berfirehtir xebat û têkoşîna xwe didomîne. Di hemû komîn û meclîsan de ji jêr heya jor, ji firehiyê heya dirêjayî ve jinan xwe di bin banê Kongreya Star de rêxistin kirine û di şoreşa Rojava de rola pêşengtiyê leyîstine. Hêza jinên rêxistinkirî misogeriya jiyana azad, wekhev û civaka demokratîk îfade dike. Ev îfade xwe di Kongreya Star de kiriye gewde û li hember zordestî, dagirkerî û şîdeta zihniyeta zilamên serdest, têkoşînê dimeşîne. Her wiha, li hember tacîz, tecawiz, zewaca temenê bicûk, zewaca pirjinî, qetliyam û kuştinên jinan, têkoşîna hevpeymana civakî dimeşîne û pêktîne. Bi hezaran jinan ve çalakiyên mafên jinan ên dîrokî û cîhanî , di pêşengtiya Kongreya Star ve tê lidarxistin û ji hemû herêm û cihanê re jî dibin pêşeng û mînak.

Bi hemû van pêşketinan re, di nava parastina şoreşa Rojava de, artêşa jin YPJ’ê cihê girt û di hemû cîhanê de deng veda. Bi van rol û misyonan re şoreşa civakî ya Rojava bû şoreşa Jinê û di pêşengtiya jinê de civaka demokratîk ekolojik û azadiya jinê tê avakirin. Di pêkanîna îdeolojiya rizgariya jin de gelek gavên girîng hatine avêtin û têkoşîna cinsî de guhertinên şênber, ketin meriyetê.

Li ser van esasan, em salvegera damezirandina Kongreya Star carekedin li hemû jinên şoreşger, têkoşer, jinên azadî xwaz û jinên berxwedêr pîroz dikin. Di rêya azadî, têkoşîn û wekheviyê de hevalên ku canê xwe dane û di rêya jiyana azad de şehid ketine, bibîrtînin û xeyalên wan dikin armanca pêkanîna jiyana azad û demokratîk. Em salvegera Kongreya Star atifî her sê hevalên jin Ş. Hevrîn Xelef, Amara Rênas, dayê Aqîde û hemû şehîdên Berxwedana Rûmetê ya şerê Serêkaniyê dikin û em dibêjîn “Em ê ax û rûmeta xwe biparêzin faşîzm û dagirkeriyê têk bibin”.

Back to top button