Arşîv

Şaredariya Qamişlo bazareke destkariyên jinan vedike

Buroya Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo amadekariyên vekirina bazareke taybet bi berhemên destkariyên jinan dike. Bazar dê li taxa Erbawiyê were vekirin.

Armanca vekirina bazarê piştgiriya jinên dixwazin bixebitin, her wiha pêşxistina aborî û behreyên wan e. Ji destpêka Îlona 2019`an ve amadekariyên vekirina bazarê tên kirin, tê payîn ku di mehên pêş de were vekirin.

Bazar ji 14 dikanan pêk tê ku di ji aliyê jinan ve werin birêveberin. Heta niha 11 jinan ji bo kar û xebatê navê xwe tomar kiriye.

Destpêkê Şaredariya Gel heta 6 mehan kirêya dikanan ji jinan nagire da ku aboriya xwe ava bikin, lê piştî 6 mehan dê kirêyeke sembolîk jê bigire.

Her wiha ji bo rê li pêşiya keysbaziyê were girtin, dê bazar were çavdêrkirin û berhem bi pereyekî kêmtirî bazara giştî werin firotin.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo Mizgîn Hesen bal kişand ser armanca vekirina bazarê û got: “Armanca me ji vekirina bazarê, ew e ku jin ji malê derkevin, aboriya xwe ya xweser çêkin û behreyên xwe diyar bikin.”

Mizgîn Hesen diyar kir ku demeke nêz dê amadekariyên vekirina bazarê bi dawî bibin û wiha domand: “Ji bo şîrovekirina hûrgiliyên der barê vê bazanê de ji aliyê rêxistinî, seatên kar û peydakirina pêwistiyan de dê civîn ji jinan re werin lidarxistin.”

Mizgîn Hesen got armanca sereke ya vekirina bazarê ne qezenckirina madî ye, lê ji wê zêdetir afirandina rihê hevkariyê di navbera jinan de û mîsogerkirina projeyên wiha ye.

Tê zanîn ku bazara yekemîn a taybet bi jinan ji aliyê Komîteya Aborî ve ya taybet bi jinan li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê di 23’yê Nîsana 2018`an de hate vekirin, paşê li navçeya Amûdê jî bazareke wiha hate vekirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27