Arşîv

‘Kongreya Star di birêxistinkirina jinan de roleke xwe ya aktîf heye’

Kongreya Star sala 2005’an bi navê ‘Yekitiya Star’ hate damezirandin û hewl da jinan di hemû qadên civakî, rêxistinî, siyasî, çandî û mafnasî de şiyar bike, her wiha hemû cureyên newekheviyê rake û rola wan di hemû qadan de derxe holê.

Bi rasthatina salvegera damezirandina Kongreya Star re, endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Sîham Bîlal ji ANHA`yê re axivî û got: “Kongreya Star çavkaniya hemû jinên taxê ye, bi rêya parastina mafên wan û perwerdekirina wan.”

Sîham wiha axivî: “Kongreya Star li taxê ji şaneya herî biçûk komînan dixebite, heta hevserokatiyê, komîteyên xwe di komînan de berfireh kir, komîteyên lihevanîn, perwerde û tenduristiyê û gelek komîteyên din ava kir.”

Têkildarî projeyên ku Kongreya Syar ji jinan re pêşkêş dike, Sîham wiha got: “Kongre alîkariya malbatên ku jin tê de malbatê xwedî dikin, kir û berpirsyariya wê rakir ser xwe, bi rêya aktîfkirina gelek projeyan bi taybet projeyên başkirina aboriya wan.”

Her wiha der barê rûdanên ku jin piştî dagirkirina Efrînê rastî wê hatin, Sîham destnîşan kir ku jin li herêmên dagirkirî hatin tepeserkirin û wiha domand: “Piştî ku malbat hatin taxa me, me serdana wan kir û hewl da di bin banê kongreya Star de wan perwerde bikin û alîkariya wan bikin.”

Di dawiyê de endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Sîham Bîlal salvegera damezirandina kongreyê li hemû jinan pîroz kir û hemû tekoşerên ku canê xwe feda kirin, pîroz kirin, her wiha soz da ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button