Arşîv

Jinên Dêrikê salvagera damezirandina Kongreya Star pîroz kir

Bi boneya salvegera 15`emîn a damezirandina Konreya Star li bajarê Dêrikê civînek li dar ket û bi dehan jinên bajêr tev lê bûn.

Di civînê de rêvebera Kongeya Star a Dêrikê Wesfa Murad axivî û rêwîtiya têkoşînê ya Kongreya Star ji dema damezirandina wê heta niha, bi bîr xist. Wesfa îşaret bi rola Kongreya Star a birêxistinkirina jinan û aktîfkirina rola wan di civakê û hemû qadên şoreşê de kir.

Wesfa wiha domand: “Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jin ji zihniyeta baviksalar rizgar bûn. Ocalan banga azadiya jinan û beşdarbûna wan di hemû qadan de, her wiha pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de kir.”

Wesfa diyar kir ku şehîd dayika Aqîde û Hevrîn Xelef dengê jinên azad û têkoşer, temsîl dikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên xwe komkujiyên hovane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li dijî jinan pêk anîn.

Piştre di nava sloganên ku berxwedana jinan silav dikin de, komên muzîkê stran pêşkêş kirin.

Back to top button