Arşîv

​​​​​​​Evîn Siwêd: Êrişên li dijî herêmê tundiya li dijî jinan zêde kir

Bi boneya salvegera 15`mîn a damezrandina Kongreya Star ajansa me hevdîtin bi berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd re çêkir. Evîn bal kişand ser şert û mercên avakirina Yekîtiya Star, ji nû ve xwe rêxistinkirin, guhartin û veguhatinên di sazûmaniya kongreyê û têkoşîna jinan di pêvajoya salên derbasbûyî de.

‘AVAKIRINA YEKÎTIYA STAR ISBATA TÊKOŞÎNA JINAN E’

Evîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên avakirina Yekîtiya Star ku di 15’ê Çileya 2005`an de hatibû damezrandin. Yekîtiya Star di 2016`an de bû Kongreya Star. Evîn got: “Tevgera jinan li Rojava bi damezrandina Yekîtiya Star re bi awayekî rêxistinkirî dest bi kar û xebata xwe kir. Lê tevî hejmara kêm a jinan, zor û zehmetiyên tê de Yekîtî hate avakirin jî gihaşt asta ku îro em dibinin. Ev jî isbata têkoşîna jinan a di oxira azadiyê de dike.”

‘YEKÎTIYA STAR LI GORÎ PÊWÎSTIYAN VEGUERÎ KONGREYA STAR’

Evîn îşaret bi geşedanên li herêmê qewimîne, nexasim Şoreşa Rojava kir û wiha anî ziman: “Ev bû sedema ragihandina gelek biryarên girîng ên têkildarî têkoşîna jinên li Rojava. Lewma di kongreyê 2016`an de divabû ji nû ve rêxistinkirina têkoşîna Yekîtiya Star were avakirin û gelek saziyên taybet bi jinên herêmê hatin vekirin. Ji ber vê yekê sazûmaniya Yekîtiya Star ji nû ve hate avakirin û veguherî Kongreya Star, paşê Kongre jî bû sîwnana van saziyan.”

‘DI KAR Û XEBATA RÊXISTINKIRINA JINAN DE KOMÎTEYAN ROLEKE SEREKE LÎSTIN’

Evîn destnîşan kir ku Kongreya Star ji 10 komîteyên parastina civakî, siyasî, ragihandinê hatiye avakirin û li gorî kantonên Rojava xwe birêxistin dike. Evîn Siwêd got: “Di Kongreya Star de komîteyên herî çalak ên perwerdê ne û ji destpêkê avakirina Yekîtiya Star ve hatine avakirin. Isbaba aktîfbûna vê komîteyê jî di pêşxistin û bîrweriya jinan de ye. Li gel vê yekê komîteyê kar û xebata xwe pêşxist û dewre li Şehba û Kobanê ji mêran re vekirin.”

Evîn Siwêd axaftina xwe wiha domand: “Komîteya Adaleta Jinê di nava rola jinan di herêmê de dest bi kar û xebata xwe kir, xwedan roleke aktîf bû. Di bin banê Meclisa Adaleta Jinan xwe bi rêxistin kirin. Di heman demê de Komîteya Parastinê jî têkoşîn û xebata xwe pêşxistin û di nava Hêzên Parastina Civakê-Jin û Asayîşa Jinan karên xwe berdewam kirin. Komîteya Parastina di rêxitinkirina jinên Şaredariyan de û projeyên taybet bi jinan ên di nava Şaredariyan de xwedan rol bûn, lewma ji sedî 10 sedîqeya Şaredariyan ji projeyên jinan hatiye veqetandin.

‘TÊKOŞÎNA ME YA DÎPLOMATÎK AVAKIRINA YEKÎTIYA JINÊN CÎHANÊ YE’

Têkildarî kar û xebata diplomatik Evîn Siwêd wiha anî ziman: “Dema mirov qala kar û xebata diplomatik bike, divê mirov balê bikişîne ser xebata diplomatik a hundirîn jî. Kongreya Star ji destpêka Şoreşa Rojava ve têkiliyê xwe bi jinên pêkhateyên Sûriyê yên li Rojava re çêkirin. Ev jî erkeke sereke ya têkoşîna me bû. Lê bi gurkirina êrişên li ser herêmê re têkiliyên Kongreya Star bi jinên li hundir û derve re hebû, isbata vê yekê jî jinan li her deverê dest bi pêngava “Jin parastina Rojava dikin”kirin. 30 komîte li zêdetirî 30 dewletan hatin avakirin. Ev jî tê wateya ku Kongreya Star dikarîbû peywendiyên xwe bi hermû sazî û rêxistinên jinan re çêbikin. Jixwe aramanc avakrina yekîtiya jinên cîhanê bû.Di heman demê de komîteya me binpêkirinên artêşa Tirk li dijî jinan û zarokan pêk anîn belge kirin û dema êrişên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dosya ji nû ve hate amadekirin û radestî aliyên peywendîdar ên cîhanê kirin.”

‘DI NAVA KONGREYA STAR DE TÊKOŞÎN Û RÊXISTIN BI HEV RE DIMEŞE’

Evîn Siwêd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî rewşa herêmê û nexasim piştî 2018`an ku li dijî herêmê êriş pêk hatin û diviyabû rêxistina Kongreya Star pêş bikeve û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Lê dîsa jî tişta balkêş di Kongreya Star de kar û têkoşîn bi hev re dihatin meşandin. Êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî jinên herêmê tundiyeke din pêk anîn û pişt êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî asta tundiya li dijî jinan deha zêdetir bû. Hem di hundirê malê û derveyî malê tundî hate meşandin û hem jî di 2019`an de kiryar û binpêkirin li dijî jinan pêk anîn.”

‘TÊKOŞÎNA ME HETA AZADIYÊ BERDEWAM E’

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd got: “Tevî zor û zehmetiyên herêm tê re derbas dibe, lê dîsa ew ê vîn û îradeya jina azad têkneçe û hêviyên serkeftinê domdar hene. Heta azadiyê dê kar û xebata me berdewam be û em soz didin têkoşerên di oxira azadiyê de canê xwe dane. Em ê şopdarên rêya wan bin, dûbara em soza berdewamkirina têkoşînê heta azadiya rêberê xwe didin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27