Arşîv

Li Eyn Îsayê salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin

Îro bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û endamên meclîsên kantona Girê Spî salvegera 15`emîn a damezirandina Kongreya Star, bi şahiyekê pîroz kir.

Şahî li qada giştî ya li naverasta navçeyê pêk hat. Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê Sena Abbas, endama Partiya Yekitiya Demokratîk Bêrîvan Îsmaîl, endama Kongreya Star a bajarê Kobanê Zehra Berkel di şahiyê de axivîn û salvegera damezirandina Kongreya Star li hemû jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Axaftvanan dagirkeriya dewleta Tirk û bipêkirinên li dijî jinan li herêmên dagirkirî, red kirin.

Şahî bi pêşandanên muzîk û hunerê ji aliyê komên çand û hunerê yên bajarên Tebqa, Reqa, Minbic û Girê Spî ve bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27