Arşîv

Kongreya Star a Efrînê çalakiya konvedanê bi dawî kir

Kongreya Star a herêma Efrînê çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina tecrîda ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, li qada parka li navçeya Ehdasê li dar xist. Di roja sêyemîn û dawîn a çalakiyê de bi sedan endamên partiyên siyasî, rûspiyên êlên Kurd û Ereb, şêniyên kampa Serdamê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê amade bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre qeydên deng ên Rêber Ocalan hatin guhdarkirin.

bi navê Kongreya Star a Kampa Berxwedan endama rêveber a kongreyê Leyla Îbiş û bi navê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Muşîra Mele Besim axivîn û anîn ziman ku çalakiya wan heta bidawîkirina komployê berdewam e.

Di dawiya çalakiyê de endama rêveber Elîfe Şêx Mihemed daxuyaniya bi navê koordînasyona partiyên siyasî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Desthilata AKP û MHP`ê bi bidawîbûna sedema bîstan re krîza kapîtalîzma cîhanî aloztir bû ji ber wê dest bi vedîtina çareseriyan kirin da ku aloziya xwe derbas bikin, ji ber wê tecrîd li dijî Rêvebetî û dîlgirtiyên azadiyê ferz kirin.

Bi destpêkirina serdema bîst û yekan re hêzên moderînîteya kapîtalîzmê berê xwe dan herêma Rojhilata Navîn û mezopotamiya. Da ku ji aloziya xwe xilas bibin. Partiya Karkerên Kurdistanê yek ji partiyên ku li dijî moderînîteya kapîtalîzmê ne. lLewra ev hêz biryar da ji Rêber Ocalan bi komployek gerdûnî xilas bibin.

Piştre hêzên navneteweyî yên hegemon derbasî Afganistanê bûn û herî dawîn Sûriyê. Di vê tevliheviyê de dewletên herêmî mîna Îran û Tirkiyê mudexeleya Sûriyê kirin. Ji bo ku cihê xwe di projeya nû de ya moderînîteya kapîtalîzmê bigirin.

Ji aliyekî din ve dewleta Tirk û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide osmaniya nû vejînin. Ji ber wê hewl dide axên ku berê dewleta Osmanî di dirêjahiya 4 serdeman de dagir kiribûn, bixe bin hegemoniya xwe. Ji ber wê dewleta Tirk pirsgirêk bi cîranên xwe re afirand. Krîza aborî aloztir bûn. Tirkiyê demokrasî tune kir, bi hezaran rojnamevan, parlamanter, serokên şaredariyan, dadwar û akademîsiyan girtin.

Çendîn desthilata AKP`ê bikeve nav gevza aloziyên tengav, tecrîdê li Rêber Ocalan û hevalên wê li girtîgeha Îmraliyê zêde dike. Serdanên parêzeran û heta malbatê qedexe dike. Ji ber ku desthilata AKP û MHP`ê baş dizane ku Rêber Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên herêmê. Her wiha xwediyê projeyek bedîlê projeya modernîteya kapîtalîzmê ye, ew jî projeya serdema demokratîk û neteweya demokratîk e. Yak u biratiya gelan, jiyana aştiyane û hevpar ji xwe re dike bingeh. Ev proje xewnên desthilata Erdogan tehdîd dike. Lew ra tecrîdê li dijî Rêbertî ferz dike. Ev jî li dijî tevahiya qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan e.

Wek partiyên kantona Şehbayê em kiryarên hovane yêndewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Ocalan û hevalên wî û tevahiya dîlgirtiyên azadiyê şermezar kirin. Em soz didin Serok Apo em ê şopdarên rêya wî bin û em ê têkoşîna wî heya pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û aştiyê bidomînin.”

Beşdaran di dawiya çalakiyê de banga azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Back to top button