Arşîv

Kongreya Star: Di roja salavegera êrişên li ser Efrînê de rabin serhildanê

Kongreya Star bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10‘an bû. Rexmî ku gelek kongre û civînên navdewletî bi armanca çareserkirina aloziyê hatin lidarxistin, lê heta niha tu asyonên çareseriyê nexuyane. Piştî civîna sê alî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de û lihevkirinên li ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê alozî kurtir bû. Di 20‘ê Çileya 2018‘an êrişên faşîst ên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê destpê kir. Armaca vê êrişê têkbirina projeya netewa demokratîk, biratiya gelan û guhertina demografyaya herêmê ye. Tirkiyê di êrişan de rêbazên qirêj, çekên herî giran di nava de yên kîmyewî yên di qada navdewletî de qedexe kirine bi kar anîn. Di encamê de hezar sivîl şehîd bûn ku piraniya wan jin û zarok in. Li dijî van êrişan gel di nava 58 rojan bê navber berxwedaneke leheng raber kirin.

Tirkiyê bi dijwarkirina êrişên xwe hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike, bêyî ku civaka navdewletî dengê xwe derxîne. Tirkiyê piştî dagirkirinê gelên herêmê bi darê zorê ji malên wan dan koçberkirin. Binpêkirinên û kiryarên wê di vê çarçoveyê de nema, lê belê revandin, îşkencekirin û talankirina sivîlan, talankirin û rûxandina deverên dîrokî, qutkirin û şewitandina bi hezaran darên zeytûnan ên bi temem, rûxandina cihên olî û goristana şehîdan, ferzkirina bace, siyasetên tirkirinê û guhertina demografî didome.

Tevî van binpêkirinan berxwedana gelên herêmê lewaz nebû, lê belê asta berxwedana ya di kampên li Şehbayê de zêde bû. Ji ber gel bi vegera li ser xaka xwe û malên tevî rewşên mirovî û jiyanî yên nebaş bi bawer e.

Em Kongreya Star bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de jinan dikin ku ji bo wefedariya bi şehîd (Avesta, Barîn, Karker û Hevrîn..) û tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê roja 20‘ê Çileya 2020‘an rabin serhildanan, binpêkirin û sûcên ne mirovî şermezar bikin, bang li civaka navdewletî bikin ku fîşarê li dewleta Tirk bikin da ku dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî xaka Sûriyê yên dagirkirî bi dawî bibe û vegera ewla ya şêniyan li herêmên xwe mîsoger bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27