Arşîv

Li Kampa Serdem werşeya destkariyan vebû

Rêveberiya Jinan a Kantona Efrînê beriya du rojan werşeya duyemîn a destkariyan ji jinên Efrînê yên di Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê de vekir.

Rêveberiya Meclisa Jinan di 18`ê Tebaxa 2019`an de werşeya destkariyan li Kampa Berxwedan vekir û piştî ku gelek jinan berê xwe da rêveberiya meclisê, werşeya duyemîn li Kampa Serdem hat vekirin. Meclisa Jinan tevî derfetên kêm jî pêdiviyên pêwîst ji werşeyê re peyda dike.

Di werşeyê de 3 rêveber hene. 30 jin di werşeyê de dixebitin. Xebata jinan saet di 09:00`an de dest pê dike û heta saet 14:00`an didome.

Di werşeyê de çenteyên destan, kumên rîs û cilên zarokan têne çêkirin. Jin berhemên xwe kom dikin û di sûkên herêmê yên kantonê de difiroşin. Her wiha jinên di werşeyê de dersên bîrdozî û perwerdeyên taybet der barê pêşxistina kar û xebatê de dibînin.

Der barê xebatên werşeyê de ji rêveberên Meclisa Jinan a Kantona Efrînê Nesrîn Silêman wiha got: “Me ev werşeya destkariyan vekir da ku em çand û kultura kurdî vejînin û tecrubeyên li gel jinan bi pêş bixin. Her wiha ji bo alîkariya wan di aliyê madî de bikin û zehmetiyên ku koçber dibînin, kêm bikin.”

Xebatkara di werşeyê de Qudret Betal jî wiha axivî: “Derfetên kar tune ne û bi taybet ji bo jinên di kampê de. Dema ev werşe hat vekirin, me ji bo kar serlêdan kir û em bi vî karî kêfxweş in.”

Her wiha Gulê Xelo ya di werşeyê de dixebite jî ev tişt anî ziman: “Ev du sal e em bê kar di Kampa Serdem de ne. Me ji bo karê di werşeyê de serdan kir, ji bo ku em tecrubeya gel xwe bi pêş bixin û jinên din jî fêrî xebatên destan û çanda kurdî bikin.”

Back to top button