Arşîv

Jinên êzidî mîrasa kevnar a cejna Batîzma diparêzin

Cejna Batîzma yek ji cejnên êzidiyan ên herî kevnar e û heta roja îro jî rê û resmên vê cejnê bi awayekî eşkere dewam dikin. Ji ber ku berê ji tirsa ferman û qirkirinên li dijî êzidiyan ji aliyê hêzên desthilatdar û nexasim Osmaniyan ve, rê û resmên vê cejnê bi awayekî veşartî dihatin kirin.

Di cejna Batîzma de, jinên êzidî di dirêjahiya 7 rojan de cilan dişon, malê paqij dikin û çêkirina nanên taybet ên cejnê û hwd. heta roja dawîn a cejnê ku ew jî roja 19`ê Çilê ye, dewam dike.

Jineke êzidî Şerqiya Dirbas 60 salî ye, ji bajarê Tirbespiyê yê girêdayî kantona Qamişlo ye. Şerqiya Dirbas der barê rê û resmên vê cejnê de ev agahî dan: “Îro em mîrasa pêşiyan zindî dikin, em heft rojan amadekariya cejna Batîzma dikin, roja yekê ya amadekariyan, navê xwe “Cilşo” ye anku em cilan dişon û xêrê li kesên feqîr ên cîranên xwe belav dikin.”

Der barê amadekariyên nanê taybet ê cejnê de, Şerqiya Dirbas got: “Nan wek giroverekî ye. Di nîva nan de, 23 sembolên ku îşareta 12 mehên salê dikin û navê xwe jî “Elsewik” e û divê ardê vî nanî ji mala Bîralî were peydakirin.”

Şerqiya diyar kir ku wê ev kevneşopî ji xwişka xwe wergirtiye û piştî ku nan hemû tê çêkirin, li cîranan tê belavkirin û hemû pêkhate di vê cejnê de serdana wan dikin û ev jî nimûneyeke jiyana hevbeş a bi hezaran salan e.

Hediya Şemo jî destnîşan kir rê û resmên cejnê di ola êzdayetiyê de, ji kevntirîn rê û resmên olî ne û wan ji bav û kalên xwe girtine û dê vê rê û resmê bidin nifşên pêşerojê jî.

Cejna Batîzma di hefteya duyemîn a piştî sersala mîladî de tê, anku di roja 14`ê a salnameya mîladî de ye. Batîzma ji bo afirandina firîşte, gerdûn û ronahî û sersala rojhilatî tê pîrozkirin.

Hemû êlên Çîleka yên ola êzidî bi vê boneyê di hemû cîhanê de pîroz dikin.

Cejna Batîzma hefteyekê dewam dike, her rojek taybetmendiya xwe heye; roja yekê êzidî cilan dişon, di rojên duyemîn û sêyemîn de xêrê ji bo miriyan belav dikin, roja çaran pez serjê dikin û beşekî jê li feqîran belav dikin û şiranî û nanê taybet bi cejnê tê çêkirin, di roja 5`an de zarok li malan digerin û şîranî li wan tê belavkirin û roja 6`an navber e û di roja heftan de pez tê serjêkirin û cejn tê pîrozkirin anku cejna sersalê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27