Arşîv

‘Dewleta Tirk bi rêya peymanên herêmî û navdewletî rûbereke mezin ji Sûriyê dagir kir’

Bi boneya salvegera duyemîn a êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî kantona Efrînê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê wiha ye:

“Di ser dagirkirina herêma Efrînê re ji hêla artêşa dewleta Tirk ve di bin navê êrişên “Şaxê Zeytûnê” 2 sal derbas bûn.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk roleke neyînî û sereke di girêkkirina wê de bi rêya destwerdana li kar û barên wê û vegerandina tevgera gel a aştiyane ya ber bi şerê çekdarî di navbera gelê Sûriyê de, lîst. Her wiha serweriya xwe li gelek herêmên Sûriyê bi peyman û lihevkirina bi aliyên herêmî û navdewletî re pêk anî ku di encamê de hin parçe ji xaka Sûriyê dagir kirin û xistin bin serweriya komên çekdar ên tundraw ên pê re hevkar in.

Dewleta Tirk piştî êrişên 20.01.2018’an û berxwedaneke bêhempa ya hêzên me herêma Efrînê dagir kir û li hember alava şer a dewleta Tirk a hovane hêzên me sekinîn û 58 rojan li hember topbaran û bombebaranên asîmanî yên hovane yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan. Di encamê de bi hezaran ji sivîl hem şehîd, hem jî birîndar bûn, bi hezaran ji herêmên xwe neçarî koçberiyê bûn û li kampan bi cih bûn, binezasî hat wêrankirin, demografiya herêmê bi rêya bicihkirina malbatên komên çete di malên şêniyên koçber bûne de, hat guhartin. Ew jî binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî li pêş tevahî çavên civaka navdewletî ye.

Dewleta Tirk sûceke dîtir li qeydên xwe yên tijî sûc zêde kir dema ku herêmên Girê Spî û Serêkaniyê di êrişa leşkerî ya hovane ya 09.10.2019’an tevî komên çekdar bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê, dagir kirin.

Trajedî dubare dibin û sûcên dewleta Tirk a dagirker roj li pey rojê zêde dibin, li gel nakokiya navdewletî û herêmî li ser xaka Sûriyê tu çareserî nayên dîtin.

Em wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibêjin divê demildest çareserî ji aloziya Sûriyê re were peyakirin û bang li civaka navdewletî dikin ku piştgiriyê bidin çareseriya siyasî bi rêya piştevaniya dan û standina di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê de. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariya xwe pêk bîne û sînorekê ji gefên bênavber ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin da ku dewleta Tirk neçar bibe ji tevahî herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, derkeve û ew û kesên pê re ji ber binpêkirin û sûcên li dijî şêniyên sivîl pêk anîne, bên lêpirsînkirin.

Em bang li gelê Sûriyê bi tevahî etnîk, rêxistinên jinan û hiqûqnasên Sûriyê dikin ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bi hev re bixebitin da ku Sûriye ji bin zilmê derkeve û ber bi jiyaneke azad û birûmet ve biçe.”

Back to top button