Arşîv

Li Reqayê têkildarî binpêkirinên li Efrînê semînerek li dar ket

Jinên bajarê Reqayê, endamên sazî û meclisên jinan tev li semînerê bûn. Semîner ji aliyê yek ji rêveberên Buroya Jinan a MSD`ê Dibiya El-Nasir ve hate dayîn.

Dibiya di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser cih û erdnîgariya Efrînê û got: “Efrîn, li bakurê rojavayê Sûriyê dikeve û girêdayî parêzgeha Helebê ye. Di Efrînê de, piraniya xwe gelê Kurd tê de bi cih dibe û bi jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê de dihat naskirin. Her wiha Efrîn bi axa xwe ya baş ji bo çandiniyê û zeytûnan navdar bû.”

Têkildarî binpêkirinên ku li Efrînê rû didin, Dibiya wiha axivî: “Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrînê dagir kir, zêdetirî 300 hezar ji xelkê wê koçber kir, her wiha kiryarên herî qirêjî der heqê şêniyên wê de pêk anîn û qanûnên navneteweyî binpê kirin. Hejmareke gelekî mezin a binpêkirin û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî sivîlan pêk anîn.”

Dibiya anî ziman ku tiştên ku hêzên dagirker li Efrînê dikin; wêrankirin û dizîna şûnwarên Efrînê, reşkirin û veşartina rastî û dîroka gelê Kurd e.

Di dawiya semînerê de, jinan piştigiriya xwe jib o Berxwedana Serdemê re û nexasim berxwedana jin û zarokên Efrînê diyar kir.

Back to top button