Arşîv

Meral debara xwe bi xwedîkirina sewalan dike

AMED – Jina bi navê Meral Erdogana ku 40 salî ye û ev 25 sal e pez xwedî dike got ku ji ber tû kar tune ye zarokên wê bixebitin sewalan xwedî dikin û pê debara xwe dikin.

Jina bi navê Meral Erdogana ku 40 salî ye û bi eslê xwe ji navçeya Şamraxa Merdînê ye ji ber şert û mercên jiyanî  ew û malbata xwe berî bi 20 salî hatine li gundê Qerebaş ê navçeya Sura Amedê bi cih bûne. Meral bi xwe jî 25 sal e bi xwwedîkirina pez mijûl e.  Meral a ku pez xwedî dike got ku ew hersal biharê pezê xwe dibin zozanan, ji şîrê ku ji bizin û mihan didoşin mast û penêr çêdikin, difiroşin û pê debara xwe dikin. Meralê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: “Em nêzî 3-4 mehan li zozanan dimînin û piştre vedigerin tên gund. Li gund jî em pezê  xwe li baxçe xwedî dikin û debara xwe bi xwedîkirina pez dikin.”

‘Xwedîkirina pez zahmet e’

 

Meral anî ziman ku ew debara xwe bi xwedîkirina pez dikin lê xwedîkirina pez karekî gelek zahmet e û wiha berdewam kir: “Em debara xwe bi xwedîkirina pez dikin. Karê me gelek zahmet e. Lê em hilberînek xwezayî dikin û ji vê hilberîna me hem civak sûdê digire û hem jî em pê debara xwe dikin. Herçend ku karekî zahmet be jî em karê xwe bi kêfxweşî dikin. Ji ber ku çavkaniya me a debarê ew e. ”

‘Jiyana gund xweştir e’

 

Meral di dawiya axaftina xwe de got ku jiyana gund ji jiyana bajar xweştire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewaya gund paqij û xweştir e di warê jiyanê de. Lê ya bajaran tev qirêj e. Jiyana li gundan di warê aborî de jî mirov naxe zorê. Xanî êm ne û em kirê nadin. Herwiha ji ber ku em hilbarînê dikin di warê debarê de jî em zêde pirsgirêkan najîn û li gorî bajêr baştir e.”

Back to top button