Arşîv

Jinên Tirkmen daxwaza derketina artêşa Tirk ji herêmên wan kir

Jinên Tirkmen alîkariyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê qebûl nekirin. Di dîmenekî de diyar dibe ku jinên Tirkmen ên ji gundê Hiyale yê girêdayî navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê ji polîsênleşkerî yên Rûsyayê re dibêjin: “Em ji bilî derketina artêşa Tirk ji herêmên me tiştekî din naxwazin.”

Jinan diyar kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her tiştê wan heye û pêwîstiya wan bi alîkariyan tune ye.

Jinan her wiha ji polîsên leşkerî yên Rûsyayê daxwaz kir ku sînorên herêmê ji êrişên dewleta Tirk re ku dagirkirina herêmê armanc dike, biparêzin.

Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir û gelek komkujî li dijî şêniyan pêk anîn. Her wiha bi hezaran şêniyên herêmê dan koçberkirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27