Arşîv

Warê dildariya jiyaneke nûjen: Kobanê

KOBANÊ – Warê berxwedan, têkoşîn û nasnameya serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Kobanê. Bi sedan keç, xort, dayik, bav û şoreşger berê xwe dan qadên berxwedanê û li dijî hişmendiya mêr û pergala netew dewletê, şerê azadiyê dan meşandin.

Li gor hevpeymana Qesr- Şîrîn di 17’ê Gulana 1639’an de, Kurdistan bi du parçeyan hate parvekirin. Li gorî hevpeymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de jî, Kurdistan di navbera netew dewletên weke Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraqê bi çar parçeyan hate parvekirin. Di nav de herêmên kurdan ji hev hatin parçekirin. Kobanê bajarek ji Kurdistanê ye, dikeve xeta sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de. Li gor nexşeya Kurdistanê Kobanê û herêma Deşta Pirsûsê yekser bi bajarê Rihayê ve girêdayî ne. Riha 80 k.m li Bakurê Kobanê, bajarokê Sirîn 38 km li Başûrê Kobanê, Çemê Firatê nêzî 30 k.m li Rojavayê Kobanê, Kantona Girê Spî nêzî 60 k.m li Rojhilatê Kobanê dikevin. Kobanê nêzî 150 k.m dikeve bakurê Rojhelatê parêzgeha Helebê de.

Wateya navê Kobanê

Li gor hin zanyaran Kobanê navê xwe ji Kompaniya hesin a rêya tirênê girtiye û bi demê re bûye Kobanê. Li gorî hin zaniyar û niştecihên herêmê jî, di demên berê de eşîrek mezin lê dijiya. Ev eşîr dibin du beş, hinek ji wan diçin bajarê Serêkaniyê bi cih dibin û hinek ji wan jî li herêmê dimînin. Eşîra ku çûye Serêkaniyê ji wan re koma jêrîn tê gotin û eşîra ku li vê herêmê maye ji wan re koma jorîn tê gotin û bi demê re navê vê komê dibe Kobanê. Li Kobanê di navbera çemê Firat û kaniya Xabûrê de du gund hebûn. Ev her du gund bi navê kaniya Kurdan û kaniya Ereban dihatin nasîn. Di wê demê de malbatên Ereban ku ji Reqqayê tên, li ser vê kaniyê sewalên xwe xwdî dikin û dimînin. Ji bo wê navê wê kaniyê, kaniya Ereban e. Rejîma BAAS navê Kobanê diguherîne û dike Eyn El-Ereb. Hunermendê Ereb ê bi navê Mihemed dema tê Kobanê gotinek wiha dibêje: “Ez çûm kaniya Ereban, ne min Ereb dîtin ne jî min kanî dît.”

Rêya tirênê

Di sala 1912’an de Almanan xwestin rêya tirênê di navbera Berlîn û Bexdayê de vekin. Ji bo ku vî karî bigihînin serî alav, hesin, karker û leşkerên xwe anîn û di nava herdû Kaniyan, Kaniya Murşidê û kaniya Ereban de bi cih bûn. Kevirên reş ji girê Miştenûr û gundê Helincê anîne û li wir dest bi xebatên amadekirina rêya tirênê kirin. Ev rêya tirênê di 1912’an de hat çêkirin, bû sedema parçekirina xaka Kurdistanê. Leşkeran bi darê zorê welatî li derdora vê kargehê kom kirin û firotin bi wan dan kirin, gel neçar man ku li bi Almanan re kar bikin û di encamê de bajarê Kobanê mezin bû.

Eşîrên Kobanê

Kobanê li ser esasê civaka eşîran hatiye avakirin. Êşîrên Kobanê yên navdar ev in Şêxan, Kêtikan, Denan, Şedadan, Mêran, Bêşan, Zirwarî, Oxî, Mehfan, Elîdînan û hin eşîr jî ji ber ku her tim rastî êrîşên Êla Milan dihatin.

Di Kobanê de 366 gund hene

Li derdora Kobanê 366 gund û 3 navçeyên wê hene. Navçeyên Kobanê ev in Qinê, Şêran û Çelebî. Gundên li aliyê Rojhilat ta gundê Til Êcbê wek gundên Deşta Pirsûsê tên nasîn. Li Başûrê bajêr Girê Miştenûr , ger mirov ji wir ber bi başûr ve biçe, erd bi piranî qeracî ye. Şêniyên Kobanê û gundên wê bi tevahî kurd in. Ta salên dem dirêj jî Kurd û Ermeniyan li ser xaka Kobanê bi hev re dijiyan. Lê bi demê re, malên Ermeniyan berê xwe dane Heleb, welatên derve û Ermenistanê.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an serxwebûna Kobanê hat îlankirin

Ji salên 1923’an heta 2011’an Kobanê di destê Rêjîma BAAS’ê de bû. Lê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gel li dijî rêjîma BAAS’ê rabûn ser piyan û rejîm ji Kobanê hat derxistin. Ew dîrok jî bi navê şoreşa 19’ê Tîrmehê û serxwebûna Kobanê hat nivîsandin. Bi 19’ê Tîrmehê re, vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliyên dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketin. Bi vî nirxî re, pergala zimanê dayikê ku bi hezarê salan hatibû desteserkirin li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe da der.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinê ye

Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû roja têkoşîn û jiyanek nûjen ji jin û gelên herêmê re. Şoreşa bi pêşengtiya jinan tê nasîn, her roj jiyana azad û nirxên civaka dermokratîk digihîne lutkeya jor. Jin û dayika damezrênerên civaka xwezayî ne, îro jî bûne pêşeng û damezrênerên şoreşê. Bi avakirina şoreşê re civak li rêgez û ehlaqê dayika xwedawend vedigere. Piştî gavên destpêkê yên şoreşê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pergala civaka demokratîk di nava gelan de hat avakirin. Jin di nava şoreşê de ne tenê bû pêşengê şer, di heman demê de bû pêşenga jiyana komînal, aboriya civakî, siyasetmedar, hunermend û xwedî rêxistineke xurt û hişmendiya dewletê dan tunekirin.

Êrîşên li ser Kobanê

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê kirin. Di vê êrîşa hovane de tank û çekên giran, hatin bikaranîn. Di serî de dewleta tirk dixwest ku Kobanê jî mîna Musil, Reqqa û deverên din di nava çend rojan de bikeve bin dagirkeriya DAIŞ’ê de. Lê şervanên YPJ/YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekînin û berxwedaneke mezin dan meşandin. Şervana rê nedan ku çete xeyalên dewleta tirk pêk bînin. Ev berxwedana mezin hişt ku hêzên navneteweyî yên di bin sîwana koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de şer dikin, kom bibin. Hêviya xwe bi şervanên kurd girê didin û cara yekem li ser axa Sûriyeyê operesyona koalîsyona navneteweyî li Kobanê di 27’ê Îlona 2014’an dest pê kir.

Piraniya bajarê Kobanê bi sedema êrîşan hat rûxandin

Dewleta tirk li hember vê destwerdanê, êdî eşkere rê li ber çeteyên DAIŞ’ê vekir, da ku bi temamî Kobanê dagir bikin. Çeteyan ji sê milan ve êrîşî bajarê Kobanê kir. Bê guman sinorê dewleta tirk jî li pêşiya van çeteyan vekirîbû, lê tenê Kobanê hat wêrankirin, talankirin û her rêbazên bê ehlaqî di hundirê wê de pêk hatin. Di şer de 360 gundên Kobanê hatin wêrankirin, ji sedî 70’ê bajar hate rûxandin. Ji ber hovîtiya DAIŞ’ê gel neçar ma ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, hinek ji wan derbasî herêma Cizîrê bûn û hejmarek kêm ji malabtên Kobanê di navenda bajar de man û piştgirî didan şervanên parêzvan. Tevî ku çekên giran di dest şervanan de tunebûn, lê şervanan bi hêz û îradeya xwe hêza çeteyên DAIŞ’ê şikandin. Gelek caran çeteyan sinorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de bi kar dianîn û dewleta tirk alîkarî dida çeteyan.

Arîn Mîrkan dengê tilîliya jinên berxwedêr bû

Arîn Mîrkan yek ji fermendarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû, ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Roja 5’ê Cotmeha 2014’an li eniya Rojhilatê Kobanê piştî ku hemû bombeyên xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi kar tîne, bi armanca ku rê li pêş çeteyan bigire, di nav komeke çeteyan de li Girê Miştenûr çalakiya fedayî dike û nêzî 20 çeteyên DAIŞ’ê dikuje. Çalakiya Arîn Mîrkan hişt ku di serî de Bakurê Kurdistanê, li cîhanê kurd û dostên xwe ji bo Kobanê dakevin meydanan. Cara pêşî bû ku bi sed hezaran kes li 90 welatên cîhanê 1’ê Mijdarê di bin navê roja Kobanê ya cîhanî de, pîroz bikin.

Gelê Bakur ji Kobanê re bûn mertalên zindî

Di berxwedana Kobanê de rola gelê Bakurê Kurdistanê ya herî bi bandor bû. Bi hezaran kurd li ser sinorên Kobanê û navçeya Pirsûsê xwe kirin mertalên zindî û rê nedan dewleta tirk ku çeteyan derbas bike. Bi hezaran ciwanên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê têlên dagirkeriyê rakirin û beşdarî nava refên berxwedanê bûn. Berxwedana di hundirê bajêr, piştgiriya Kurdistan û raya giştî ya cîhanê karibû rê li ber serkeftineke mezin veke.

Kobanê bi ser ket

Di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî ji hebûna çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Ew roj di heman demê de weke destpêkirina pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê, cihê xwe di dîrokê de girt. Di Adara 2015’an de hemû gundên Kobanê yek bi yek hatin rizgarkirin. Pîştî rizgarkirina Kobanê şêniyên ku koçber bûbûn vegeriyan malên xwe. Sazî û dezgehên Kobanê ji nû ve hatin vekirin û ji nû ve jiyan li Kobanê zindî bû.

Kobanê bajarê şehîdan e

Di şerê Kobanê de qehremaniyên pir mezin hatin jiyîn. Nêzî hezar cangorî, canê xwe spartin xaka Kobanê. Nêzî 2 hezar şervan birîndar bûn. Her bostek ji xaka Kobanê bi xwîna pakrewana hate rizgarkirin. Navê wan di nava rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin.

Êrîş û gef li ser Kobanê berdewam in

Li Kobanê piştî şikandin û têkçûyina çeteyên DAIŞ’ê, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên herêmê li ser bingeha Netewa Demokratîk û hevjiyana azad bi rêxistin kir. Dewleta tirk bi armanca tunekirina projeya Netewa Demokratîk û vejînkirina serdema Osmaniyan, bi rêbazên cuda êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Şêniyên Kobanê li dijî hemû gef û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, girêdana xwe bi xakê re didin nîşan dan, xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin.

Back to top button