Arşîv

Li Reqayê yekemîn dewreya perwereyê ya dirûtinê

Rêveberiya Jinan di vekirina projeyên ji bo jinan de di nava liv û tevgerê de ye da ku aboriya jinan pêşbixine.

Projeya yekemîn a ku Rêveberiya Jinan a Herêma Hemrat a rojhilatê bajarê Reqayê vekiriye, dewreya fêrkirina dirûtinê ye.

Rêveberiyê ev proje li ser daxwaza jinan vekir û pêwîstiyên wan ji makîneyên dirûtinê û pêwîstiyên wê peyda kir. Kesên perwedeyê didin ji jinên di dirûnkariyê de pispor in.

20 jin tev li dewreya perwerdeyê ya dirûtinê bûne rojane li Mala Jinan ji saet 07:00 heta 12:00‘an perwede dibînin. Perwerde li gorî du merheyan tên dîtin, yek fêrkirina birîn û bikaranîna makîneyê û ya duyem jî çawaniya girtina pîvan li ser caw û afirandina modêlan e.

Proje ji aliyê 5 endamên Rêveberiya Jinan a Herêma Hemratê ve tê birêvebirin.

Têkildarî vekirina projeyê ji endamên Rêveberiya Jinan a Herêma Hemratê Kewser El-Merzûq got: “Em bi hemû hêza xwe hewl didin alîkariyê jinan bikin û hopyayên wan di projeyên aborî de pêş bixin da ku karibe bi xwe debara jiyana xwe bi cih bîne. Di heman demê de armanca me ji vê projeyê derfetên kar ji hejmareke mezin a jinan re peyda bikin.”

Kewser anî ziman ku perwerde bê pere hatiye vekir û berdewam bike heta jin baş fêr bibin.

Fatima El-Ehmed a tev li perwedeya dirûnkariyê bûye. Fatima spasiya Rêveberiya Jinan kir û got: “Ev dewre derfeteke ji bo jinên ku bi hewcedarî kar in giringe. Da ku karibin bi vekirina projeyên biçûk ên dirûtinê debara xwe bi cih bîne.”

Related Articles

Back to top button