Arşîv

Pêngava jinan a têkoşîna li dijî diyardeya belavbûna madeyên hişbir berdewam e

Derketina li dijî madeyên hişbir ji planên Rêveberiya Jinên Reqayê ye û li ser vî esasî 19 mehê dest bi dana semîran kirin. Di semîneran de îşaret bi bandora madeyên hişbir li ser civakê û kesan, tundiya derûnî, destdirêjî û serxweşbûnê tê kirin.

Hejmara jinên beşdarî nava pêngavê bûne, gihaşt 250 jinî.

Di milekî din de hemû rêveber beşdarî nava pêngavê bûn û dest bi hişyarkirina şêniyên li bajêr û gundewanên wê kirin. Li ser vî esasî pankart li gelek gundewanên rojhilatê, rojava û bakurê bajarê Reqayê daliqandin. Pankartan îşaret bi hişyarkirina civakê kirin. Hejmara pankartên hatin daliqandin 52 pankart bûn û li ser nivîsên”Bangînî temen kurt dike, madeyên hişbir tenê demeke û paşê jiyana te dixe tehlûkê û madeyên hişbir jiyanê hildiweşîne”hatin nivîsandin.

Rêveberiyê diyar kir ku daliqandina pankartan li başûrê gundewanan bi dawî bû, anku li herêmên wekî Kesra Ferec, Şêx Cuma, Kesra Efnan, Retla û Şamiyê dê bi dawî bibe.

Têkildarî girîngiya pêngavê rêvebera buroya jinan a Şaredariya Gel a Reqayê Ewatif Îsa axivî û got: “Ji ber li bajêr madeyên hişbir zêde belavbûye. Me dest bi pêngava têkbirina diyardeyê kiriye. Ji ber vê yekê me 52 pankart bi hevkariya buroya jinan û şaredariya bajêr û gundewanên wê çêkir.”

Têkildarî sedema derketina diyardeya madeyên hişbir Ewatif wiha anî ziman: “Bav û dê bi erka xwe ranabin. Lewma malbat parçe dibe. Li gel vê yekê pirsgirêkên malbatî sedema sereke ye. Di heman demê de divê li dibistanan jî çavdêrî hebe.

Ewatif îşaret bi hejmara jinên beşdarî pêngavê bûne û armanca derketina li dijî vê diyardeyê kir û got: “Armanca me hişyarkirina jinên ciwan e.”

Pêngav hîn jî berdewam e, semîner têne dayîn û dê heta nîvê meha Şibatê berdewam be.

Back to top button