Arşîv

Viyan Soran Til Temir û Hesekê hat bibîranîn

Kongreya Star ya navçeya Til Temir li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan de 14’emîn salvegera Viyan Soran bi bîr xist û nameya wê ji şêniyan re hat xwendin.

Bi dehan şêniyên navçe Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ji bo guhdarkirina nameya şehîd Viyan Soran û bîranîna wê kom bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê endama Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif tekildarî bîranînê axivî: “Bîranîna şehîdan rêya me ronî dikin, îro bi hezaran Viyan didin şopa Viyan Soran. Bi çalakiya xwe ji jinên Başûrê Kurdistanê û tevahî jinên Kurd re mîrasekî dewlemend ji têkoşînê hişt. Viyana çeleng jiyaneke nû ji jinan re afirand. ”

Paşê Endama Rêvebera Kongreya Star Xedîcê Asim nameya şehîd viyan ji beşdaran re xwend.

Bîranîn bi diruşmeya”Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Hejaya bîrxistinê ku Leyla Walî (Viyan Soran) ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye di sala 1997’an de tev li nava refên PKK‘ê bû û di 1’ê Sibata 2006’an de li djiî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li herêma Heftanînê ya Çiyayê Kurdistanê agir berda canê xwe.çalakiyeke fedayî pêk anî.HESEKÊ

Bi dirûşmeya “Vjiyan ronahiya Ocalan e ya ku nayê vemirandin” Kongreya Star a kantona Hesekê bîranîna 14‘emîn a şehîd Viyan Soran li dar xist.

Bi dehan jin beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre enamda Komîteya Perwerde ya Kongreya Star a kantona Hesekê Reca Ehmed Mieo li ser jiyana têkoşer Viyan Soran axivî û got: “Viyan di nava civakekê mezin bû ku îtîrafê ji mafê jinan nedikir. Viyan li dijî vê yekê dest bi rêwîstiya lêgerîna li azadiyê jinan kir û tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Viyan hemû nêrînên dijberî azadiya jinan red kir û têghişt ku civaka eşîretî ti maf medaye jinan.”

Reca got: “Viyan beşdar dibistaneke nû ya jiyanî bû, da ku bi hemû keda xwe di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de xwe kur bike. Viyan li çiyayê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî pêk anîn û bi vê çalakiyê bû sembola têkoşîn û berxwedana jina azad a li hemberî dijmin.”

Di dawiya bîranên de soza şopandina rêya şehîd Viyan Soran hate dayîn.

Back to top button