Arşîv

Asîstana jin dawî li jiyana xwe anî: Ez êdî nikarim berxwe bidim

Dr. Ece Ceyda Gudemek ku li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê dixebitî dawî li jiyana xwe anîbû. Nuran Gudemekê der barê mirina biraziya xwe de axivî û got: “Kujerên Eceyê pergala heyî ye. Di telefonê de ji min re got ‘Ez nikarim serê xwe rakim, êdî nikarim berxwe bidim.”

 

Di hefteya borî de du hekîm û xwendekareke tipê yên li Edene, Êlih û li Stenbolê dixebitîn dawî li jiyana xwe anîn û vê yekê  jî kêmasiyên di pergala tenduristiyê de careke din derxist holê. Di 29’ê Cotmehê de Dr. Ece Ceyda Gudemek a 26 salî  ku li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê ya Edenê dixebitî  nîşeyeke derbarê nerazîbûna li dijî şert û mercên xebatê hişt û dawî li jiyana xwe anî. Ece li Dîlokê hat definkirin.  Eceyê di nîşeya ku nivîsîbû de bal kişandibû ser kêmasiyên pergala tenduristiyê û saetên zêde yên xebatê. Meta Eceyê, Nuran Gudemekê derbarê rewşê de axivî û got: “Ece ji roja mezûn bûye heta niha dema wê ya ku qehweyekê vexwe tunebû. Ece keseke pozîtîf û narîn bûn. Tu caran ken ji rûyê wê kêm nedibû. Dilê wê tije hezkirin bû. Ji jiyanê pir hez dikir.”

‘Xeyala wê doktorî bû’

 

Nuranê di berdewamiyê de wiha got: “Ece ne wek her zarokî bû. Bi kedek mezin bû doktor. Hemû zarokên di temenê wê de digeriyan, lê ew dersan dixebitî. Yekane xeyala wê doktorî bû. Eceyê dema dest bi pîşeyê kir kelecana wê gelek zêde bû. Dema nû dest bi kar kir her tişt baş bû. Lê di nava demê de pir têk çû. Ewqas ji min hez dikir lê nikaribû bihata ez bidîtima.”

‘Ez êdî nikarim berxwe bidim’

 

Nuranê ev tişt anî ziman: “Eceyê her tim digot dema min tuneye ku ez serê xwe rabikim. Di telefonê de ji min re got ‘ez 36 saetan dixebitim. Ez êdî naxwazim bixebitim.  Ez gelek têk çûme.’ Yê ku Eceyê kuşt pergala tenduristiyê ye. Canê me şewitî bila yên malbatên din neşewite. Bila demildest vê pergalê biguherin. Di çapemeniyê de hat gotin ku Eceyê ji ber pirsgirêkên malbatê dawî li jiyana xwe daye. Lê tu pirsgirêkên wê yên malbatî tunebûn. Ew berdilka malbatê bû. Gelek dihat hezkirin. Em ê dozê vekin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin ku Eceyên din nemirin.”

Back to top button