Arşîv

Ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk du caran koçber bûne

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetirî 300 hezar sivîl ji mal û warên xwe koçber bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku bi hemû cûreyên çekan û di nav de jî çekên qedexe bikar anî, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Ji ber êrişên hêzên dagirker, di her malbatekê de çîrokeke koçberî ya cûda heye.

Yek ji van çîrokan jî, çîroka jina bi navê Xîtam El-Mizyed ji Dêrazorê ye, ji 6 salan ve li bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyê dijî. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de destpê kir, malbata Xîtam a ku ji 7 kesan pêk tê xwe spart bajarê Hesekê û di xaniyekê de ku li taxa Merşo kirê kirine, dijî.

Serpêhatiya yekem a koçberiyê ya malbata Xîtam ji bajarê Dêrazorê ber bi bajarê Serêkaniyê bû, piştî ku komên çete bajarê Dêrazorê kontrol kirin. Xîtam dibêje: “Di rêwîtiya yekem a koçberiyê de şêniyên Serêkaniyê alîkariya me kirin, mal dan me û pêwîstiyên malê pêşkêşî me kirin.”

Malbata Xîtam piştî 6 salan li Serêkaniyê dimîn careke din ji ber êrişên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de destpê kir tê koçberkirin. Xîtam dibêje: “Ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser bajêr em ji malên xwe hatin koçberkirin. Beriya êrişan jiyan li Serêkaniyê baş derbas dibû.”

Ya ku barê Xîtam zêde kiriye astengbûna keça wî Îman a 10 salî ye. Îman ji dayikbûnê ve nikare dest û lingê xwe bilivîne. Der vê vê tiştî dayika wê Xîtam dibêje: “Min keça xwe bir Şamê nîşanî bijîşkan kir, gotin mêjiyê wê sekinî ye di encamê de nîv felc bûye. Îman hîna 10 mehî bû li Şamê tedawî dibe, lê rewşa wê roj bi roj girantir dibe. Bijîşkan tedawiya fêzîkî jî jê re çêkir lê bê fêde bû, niha di meş û tevgerê de gelek zehmetiyan dikşîne.”

Xîtam diyar kir wan keça xwe emeliyet kirin lê emeliyet biser neket û got: “Em niha koçber in, tiştekî me tune ye, pêwîstiya keça min bi emeliyek din heye da ku karbe bilinve, lê rewşa me zehmet e em nikarin lêçûna derketina derve û emeliyetê bidin.”

Xîtam bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo keça wê ya astengdar di demek lezgîn de alîkariyê bişînin.

Back to top button