Arşîv

‘Derfeta pêkanîna xewna me çêbûye’

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jin bi roleke sereke rabûn. Bi saya keda xwe hêza xwe ya leşkerî bi navê YPJ`ê ava kirin. Bi israr li hember êrişên hovane li ber xwe dan.

Helîme Osman (40) ji şêniyên bajarê Kobanê ye û dayika 5 zarokan e (3 keç û 2 kur). Ew jî yek ji jinan e ku bûye parçeyeke berxwedanê. Kurê wê yê mezin 19 salî ye û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e.

Helîme Osman ji avakarên Hêzên Asayîşê-Jin li bajarê Kobanê ye. Bê westan û bê dudilî karê xwe dewam kir û erka xwe bi rêk û pêk anî cih. Heya 4 salan di nav hêzên Asayîşa Jin de kar kir heya cenga Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dest pê kir.

JI BAJARÊ XWE DERNEKET Û BERXWEDAN HILBIJART

Dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Kobanê kirin, Helîma qebûl nakir ji bajêr derkeve. Tevî hevserê xwe karê berdewam kir û di xetên paş de, ji eniya têketina Mirşed Pinar heya 25 rojan li ber xwe da.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêç kirin, Helîme ji bo parastina zarokên xwe neçar dimîne ji bajêr derkeve.

Piştî rizgarkirina bajêr, Helîme vedigere Kobanê, çek radike û tev li Hêzên Parastina Civakî-Jin dibe. Malên jinan û navendên Kongreya Star diparêz e. Her wiha heftê sê rojan tev li dewriyên parastina taxên bajêr, tevî endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin dibe.

REWŞA TENDURISTIYA WÊ BANDOR LI KARÊ WÊ NAKE

Helîme ji 5 salan ve tevî nexweşiyê jî di parastina Mala Jinan de kar dike. Nehişt ku nexweşî li hember têkoşîn û berxwedana wê bibe asteng.

Ji destpêkirina şoreşa Rojava ve Helîme ji avakerên Asayîşa Jinê li bajarê Kobanê bû. Bi vîna xwe ya xurt karê xwe dewam kir û erka xwe anî cih.

Girêdayî mijarê Helîma Osman dibêje: “Gelê Kurd rastî gelek qirkirinan û zilmê tê. Lê îro rewş bi temamî cuda ye. Derfeteke dîrokî ketiye destê me da ku em xewna xwe pêk bînin. Ji ber wê divê em xwe bi çek bikin da ku azarên me dubare nebin.”

Di dawiyê de Helîma soz da ku ew ê karê xwe berdewam bike, çek rake ji bo ku welat û rûmeta xwe biparêze û tiştek bandorê li vîn û israra wê nake.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27