Arşîv

Li Helebê dewreyê ji bo pênasekirina komploya navnetewî

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999`an de bi komployek navnetewî hat girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.

Bi armanca danasîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Kongreya Star a şaxê Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê du dewreyên perwerdeyê vekirin. Dewreyek taybet ji jinên Ereb re hat vekirin. Dewreyê bi navê şehîd Nûda Ocalan hate navkirin. Dewreya duwem jî taybet ji bo jinên rêveber, hevserokên partiyan, meclis û saziyan hat vekirin. Dewre bi navê şehîd Viyan Soran hate vekirin.

MAKANÎZMEYA PERWERDÊ

Dewreya şehîd Nûda Ocalan ji 20 jinan pêk tê. Ji saet 09.00 heta 13.00’an didome. Dewre dê 15 rojan bidome.

Jinên beşdarî perwerdê bûne, waneyên; Girîngiya Perwerdê, Civaka Xwezayî, Dîroka Jinê, Civaka Zayendî, Jineolojî, Dîroka Sûriyê, Dîroka Kurdistanê, Rastiya Rêbertî, Şerê Taybet, Neteweya Demokratîk, Welatparêzî, Parastina Rewa, Islûb û Xîtab, Rexne û Renxedayîn, Rêveberî û Rêxistin û Hevpeymana Kongreya Star.

Dewreya girtî ya rêveberên saziyan ji 32 endaman pêk tê. Di dewreyê de waneyên têkildarî Manîfîstoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Ocalan hate dayîn.Tê payîn ku dewre 18 rojan dewam bike.

Têkildarî vekirina dewreyan û armancên vekirinê, rêvebera Kongreya Star Fatimê Hesen axivî û got: “Bi rêya perwerdeyan jin dikarin civakê birêve bibin, pêşbikevin û asta têkoşîna rizgarkirina Rêbertî bilind bikin.”

‘DEWRE FAKTORA PARASTINA FIKIRÊ RÊBERTÎ YE’

Jinên beşdarî perwerdeyê bûne awayê birêvebirina perwerdeyê parve kirin.

Cîgira Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê Semîra Elûş ku ji pêkhateya Ereb e wiha anî ziman: “Ev 2 car in ez tevlî perwerdeyan dibim. Di her perwerdeyekê de asta çand û naskirina min a fikirê Rêbertî zêdetir dibe. Ji ber fikirê Rêbertî girîngiya jinê digire nava xwe. Di nava civakê de em fêrbûbûn ku jin lewaz e. Liştî me firkir û felsefeya Rêbertî nas kir, me rol, girîngî û hêza jinê nas kir. Dema min Kongreya Star nas kir min nû wateya hebûn, wekheviya jin û mêran zanî. Lewma divê hemû jin beşdarî perwerdê bibin.”

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a komîna Kola Selo, Ferîda Zekeriya ku ji pêkhateya Ereb e, wiha got: “Ev perwerde dê bibe makanîzmeya parastina kar, ji ber li ser esasê fikirê Rêber Abdullah Oclan e.”

Ferîda Zekeriya banga rakirina tecrîda li ser Rêbertî kir û wiha anî ziman: “Fikirê Rêbertî li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş e, lewma Rêbertî dîl girtine.”

Di heman demê de hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Abdo wiha anî zima: “Perwerde bi navê şehîd Viyan Soran e. Viyan li dijî komployê çalakiya fedaî pêk anî. Em jî bi pêşxistina xwe li ser esasê fikirê Rêbertî bersiva komployê didin.”

Valantîna di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em perwerdeyê li ser parêznameya Rêbertî dibinin. Nexasim di vê mehê de ji ber bi vî awayî em ê bersiva komployan bidin û isbata zindîbûna fikirê Rêbertî di mêjiyê her jinekê de bikin.”

Back to top button