Arşîv

Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin

Zanîngeha Rojava destpêka sala 2017`an cara yekemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa Jineolojiyê vekirin û ji 25 xwendekaran pêk tê.

Xwendekarên Fakulteya Jineolojiyê 2 sale dixwînin û pergala perwerdê ya beşa zansita jinê di her 3 qonaxan de xwe dispêre ezmûnan. Madeyên di Fakulteyê de têne dayîn ev in; Zimanê Kurdî, Dîroka Jinê, Aborî, Rêbazên Lêkolînê û Têgehan.

Piştî Fakulteya Jinelojiyê dewreya yekemîn bi dawî kir, hin guhartin di Fakulteyê de çêkirin û Fakulte tevlî beşa beşa Zanistên Civakî kirin. Her wiha guhartin di pergala ezmûnan de çêkirin. Li ser vî esasî pergala ezmûnan bû ser du qonaxan.

Dihat payîn ku konferansa yekemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cotmeha derbasbûyî bihata lidarxistin. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar neket.

Rêvebera Fakulteya Jineolojiyê Yasmîn Hisên wiha got: “Li gorî pergala zanîngehê her 2 salan konferans tê li dar xistin. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk konferans nehat lidarxistin û civîneke biçûk ji Meclisa Zanîngehê, mamosteyan, berdevka xwendekaran, endamên erşîfê û rêveberên zanîngehan re hat lidarxistin.”

Yasmîn Hisên bal kişand ser encamên civînê û wiha parve kir: “Hin bendên Fakulteya Jineolojiyê hatin guhartin û pergaleke nû hate erêkirin. Li ser vî esasî Jineolojiyê bû beşek ji Fakulteya Zanistên Civakî. Di milekî din de guhartinên hatin çêkirin jî şert û mercên pêvajoyê dan ber çav. Li dibistanên Rêveberiya Xweser madeya Jineolojiyê di qonaxa duyemîn de wekî madeyeke sereke ye.”

Yasmîn wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêveberiya Fakulteya Jineolojiyê xwendekarên ji Fakulteyê derdiçin, li gorî xwestekên wan li saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar dikin. Sala destpêkê 11 xwendekar ji Fakulteyê derçûn.”

Back to top button