Arşîv

‘Sakîne, Fîdan û Leyla ronahiya heqîqetê ne’

QAMIŞLO– Koordînasyona Kongra Star  diyar kir ku Sakîne, Fîdan û Leyla wê her tim bibin ronahiya heqîqetê.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî 4ʹemîn salvegera şehadeta tekoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez yên li Fransayê hatin qetilkirin, daxuyniyek nivîskî weşand û sê  jinên siyasetmedar û têkoşerên kurd birêzdarî bibîr anîn û komkujî bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:

“Di 9’ê çileya 2013’an de pêşeng û siyasetmedarên jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez li paytaxta Fransa Parîsê bi rengekî pir kirêt tevî çavdêrî û kontrola îstixbarata Fransa jî, lê ji aliyê istixbarata Tirk û hevkarên wê ve hatin qetilkirin. Em di serî de li hember bîranîna şehadeta her sê jinên şoreşger bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bi bîr tînin. Hemû şopên wê komkujîyê reng, rû û taybetmendiyê ya dewletan diyar dikin. Ji ber ku dewletên ku kuştina jin û gelê Kurd dixwazin bi hemû hêza xwe roj bi roj êrişî destkeftiyên şoreşa azadiya jin dikin. Heval Sakîne, Fîdan û Leyla jî ji ber ku çareseriyek aşîtîyane ji bo şerê ku li Kurdistanê didome digeriyan û berxwedaniyek rêxistinkirî li dijî dagirkerî û mêtingerî dimeşandin, bûn hedefa dewletên faşîst.

Şehîd Sakîne wêneyekî zindî ya dîroka tekoşîna jine, ji destpêkê ve xwedî biryardayîna têkoşîna li dijî kevneşopiya civakê bû. Rêheval Sakîne, bi seknekî APO’ger di jiyana xwe ya şoreşgerî de mîrasek ji jina kurd û jinên cîhanê re hiştiye. Di sala destpêkê ya tekoşînê de bi baweriya ku tevgera APO’yî wê pêngavên bi hêz bavêje, cihê xwe di nava komê de girt. Tîbûna gelê Kurd ji azadiyê re bi kûrahî hîs kiribû û ji bo ku bibe kevirê destpêkê ya mîmariya azadiyê, rêya herî zor hilbijart û di her kêliya tekoşîna xwe de bedelên ku dihat xwestin, bê didulî da. Bi vînek ku nayê şikandin, destûr neda tu hêzê ku têkeve navbera wê û Rêbertiyê. Di rêya azadiyê de bê didulî meşa xwe heya dawiye bir. Şehîd Sakîne di pêvajoya partîbûnê û bingeha sazkirina rêxistina jin di nava PKK’ê de, roleke mezin leyîst. Jina ku hêviya wê ji azadiyê qut bûye, jina kurd a her tişt ji xwe re qeder didît, cesareta xwe wenda kiribû, bi hêza tekoşîna şehîdên destpêkê re baweriyek mezin girtin û xwedî li tevgera jinê derketin.

Bingeha cesaret, fedekarî û berxwedanê yek ji taybetmendiyên ku di destpêka avakirina PKK’ê de jina kurd bi dest xistiye ye. Nêrînên ku dibeje jin bê hêze, di qedera wê de çi heye wê qebul bike, jin tenê xemla malê ye û hwd tevahî ew nêrîn bi pêngava tevlîbuyîna rêhevalên Şehîd Sakîne û rêhevalên me yên destpêkê ji tekoşînê re hat şikandin. Ji baweriya bêhêzî, hêza jin hat avakirin, ne çarenûs, vîna jin derket, ji xemla malê derket û bi pêşengiya xwe ji civakê re, ji xulamtiyê ber bi avakirina ahenga jiyanê civakê bir. Li her qada ku tekoşîn da meşandin, bi hemû jinan re hevaltî kir, rihê jin yê ku nijadperestî xurt kiriye, bê wate kir, jinên Ereb, Tirk, Faris hemû hembêz kirin û elîfbeya azadiyê di hişmendiya wan de xêz kir.

Rêbertî di derbarê azadiya jin de dibêjê ‘Jina şer dike bedew dibe, jina bedew dibe tê hezkirin jina ku tê hezkirin azad dibe’. Rêheval Sakîne, Fîdan û Leyla di dîroka xwe ya têkoşînê de her tim li hember kevneşopiyê şerekî mezin û bi rêgezan meşandin. Ji ber wê jî hêza hezkirinê û xweşîkbûne di keseyeta xwe de ava kirin.

Em wê komplo û komkujîyê ya ku li Parîsê qewimî şermezar dikin û em soza şopdariya  rêheval Sakîne, Fîdan û Leyla didin. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku bi lezgîn komkujiyê ronî bikin. Heta ku rastiya kujeran û qetlîam ronî nebe, em dev ji vê dozê bernadin. Bi ronahiya  ku şehîdan afirandine tola tevahî hevalan girtin, li her derê avakirina jiyana azad û demokratîk e. Em ê tola ti hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Em ê jiyana azad weke heval Sakîne li her derê bidin avakirin. Sakîne, Fîdan û Leylayan wê her tim bibin ronahiya heqîqetê.”

(dc)

Back to top button