Arşîv

Akademiya YPJ’ê ya Ş. Necbîr Bêrîtan bi bîr anî

Akademiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ya Ş. Necbîr li Qamişlo bi boneya 25’emîn salvegera şehadet tekoşer Ş. Bêrtîtan (Gulanaz Karataş), dest bi vekirina dewreyek perwerdyê ya nû bi navê Ş.Arîn kir û 24 şervanên tevlî dewrê bûn.

Akademiya YPJ’ê ya perwerdeya leşkerî tekoşer Ş. Bêrîtan bi marasîmekê bi bîranî. Her wiha di salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan de bi navê Şehîd Arîn ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû dewreyeke nû bi tevlêbûna 24 şervanên Kurd û Ereb dest pê kir.

img_20171025_122352-300x150

Di vekirina dewreyê de ji fermandarên YPJ’ê Engîzek Nûrhaq axvî û di kesayeta şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê bi bîranî û soza şopandina riya wan da.

Fermandara YPJ’Ê Engîzek wiha axivî: “Di dîroka jinên Kurdistanê de gelek berdêl hatin dayin, Ş.Bêrîtan jî yek ji wan jinan bû ku bi çalakî û tekoşîna xwe di dîrokê bi rûpelên zêrin nivîsand. Bi saya felsefeya Rêberê gelê Kurdistanê de Abdullah Ocalan û bi çalakiya Berîtan de artêşa jin hate avakirin û nûmûne jî YPJ’ê ye. Em wek jin heger nikaribin felsefeya jiyana azad avabikin, emê nikaribin gavên nû û bi vîn bavêjin.”

Fermandar Engîzek di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste her jinek bibe Bêrîtan ji bo jiyana Azad têbikoşe. Engîzek di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ji bo dilsoziya bi Bêrîtanê re di roja salvgera şehadeta wê de dewreyeke perwerdeyê ya şervanên YPJ’ê vedikin.

Piştî axaftînan şervanan bi merasîmekê sond xwarin û tevlî dewreya perwerdê bûn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27