Arşîv

Jinên Hesekê ji bo azadiya Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin

Komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 21‘an.

Girêdayî mijarê jinên bajarê Hesekê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re anîn ziman.

Rêvebera Kongreya Star a navçeya rojava ya bajarê Hesekê Celîla Mela Elî got: “Rêbertî meşleya azadiyê ye û ronahiya mirovahiyê ye. Fikir û felsefeya wî dê di mejî û wijdana me de be.”

Celîla Mele Elî destnîşan kir ku dewletên komploger bi girtina Ocalan hewl dan wî ji gelê Kurd, azadîxwazan û demokrasiyê dûr bixin. Celîla got: “Ev yek bi bin ket, ji ber ku Rêbertî di fikir û mejiyê me de ye. Dewleta Tirk ji projeya demokratîk ditirse, lewra tecrîdek giran li dijî Ocalan ferz kiriye. Dewleta Tirk hewl dide felsefeya Rêbertî têk bibe. Delîlê vê yekê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hewl dide destwerdanê di karûbarên Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê wê de bike. Texmîn nedikir ku dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çek rakin û li hemberî dîktatorî û dagirkeriyê bisekinin.”

Celîla Mele Elî anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re îsbat kirin ku bi fikir û îradeya Rêber Ocalan rola xwe ya aktîv di civakê de girtin û got: “Rêbertî di dil û mejiyê me de ye.”

Endama Komîteya Perwerde ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Leyla Ehmed diyar kir ku ji serdema dewleta Osmanî ve Tirkiyê hewl dide nasnameya Kurd ji holê rake û gelê Kurd qir bike û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têdikoşe, serî hildide heta bi serbikeve û rêberê xwe Abdullah Ocalan azad bike.”

Endama Şaredariya Gel Rûken Ehmed destnîşan kir ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd e, lê ev hewldan bi binket, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh veguherand cihekî têkoşînê.

Rûken anî ziman ku Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Krud têdikoşe, lê belê ji bo hemû gelên bindest ên azadîxwaz têdikoşe.

Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Back to top button