Arşîv

`Jin di çapemeniyê de` mijara semînera li Qamişlo bû

Meclia Jinan a Sûriyê yaşaxê Qamişlo semînerek bi navnîşan `Jin di çapemeniyê de` orgenîze kir. Di semînerê de behsa paşguhkirina rola jin di civakê de, sînordarkirina rola wê di ragihandinê de û pêşketina jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. Her wiha hinek pêşniyar ji bo pêşxistina karê ragihandinê hatin pêşkêşkirin.

Semîner li Buroya Meclisa Jin a Sûriyê li taxa El-Kurnîş a bajarê Qamişlo bi rêve çû. Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif û rojnamevan Ziwer Şêxo semîner da. Rojnamevan, endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, endamên jin saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li semînerê bûn.

Di destpêkê de Zîwer Şêxo têgehên girêdayî semînerê pênese kirin.

Di semînerê de behsa paşguhkirina jinê û sînordarkirina rola jinê di ragihandinê de hate kirin. Qisekeran bal kişandin ku pêşkêşvanên jin wek amûrek propegandeyê ji bo ku bala temaşevanan bikişandin têne bikaranîn.

Evîn Yûsif û Ziyor Şêxo bendên girêdayî semînerê ji beşdaran re xwendin, beşdaran jî mijarên semînerê nîqaş kirin, behsa rola jinê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirin û diyar kirin ku Rêveberiya Xweser rê li pêşiya jinê vekir da ku di tevahiya waran de cih bigire û rolek pêşeng bilîze.

Beşdaran behsa gelek mijarên din kirin, mîna nakokiya di navbera her du zayendan de, hate goitn ku divê her du zayend bi hev re û wekhev kar bikin, astengiyan derbas bikin da ku pêvajoya heyî biguhertin. Ji bo ku hevjiyanek azad li ser bingek hevpariyê di her tiştekî de axa bikin.

Evîn Yûsif û Zîwer Şêxo bal kişand ser rola jinê di ragihandinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kirin ku êdî dengê jinê li tevahiya cîhanê tê bihîstin. Jin bûye nimune ji tevahiya civakan re.

Di dawiya semînerê de Zîwer Şêxo hinek tewsiyetên navneteweyî yên girêdayî vî warî vegotin.

-Pêwîste koordîne di navbera tevahiya cîhazên çapemenî û saziyên civaka sivîl de hebin da ku hevpyemanek çapemeniyê amade bikin ku rêya karmendên vî warî ronî bike û rêbaza heyî ya her du zayendan diguherîne.

-Encamên wan nirxandinan di dazgehên çapemeniyê de yên dîtber, nivîskî û guhdarî Bi rêya semîner, kongre û komxebatên çapemeniyê werin pêşkêşkirin ji bo ku asta bandorên wê li ser çîna ciwan û cahilan nîqaş bikin.

-Perwerdekirina kadroyên çapemeniyê yên ku dikarin di warê ragihandinê de kar bikin.

-Girtina nêrîna şêniyan girêdayî pêşkêşkirina wêneya jin û mêr di çapemeniyê de bi rêya anketan.

-Avakirina her desteyek çapemeniyê û pisporê geşpêdana civakî navendek çapemeniyê li ser asta herêmî. Ji bo ku wêneyên jin û mêr di berhemên hunerî yên dîtberî, nivîskî û guhdarî de binirxînin û werşeyên perwerdeyê lidar bixin.

Back to top button