Arşîv

Li Şehbayê têkildarî rola jin di qadên jiyanê de panelek hat lidarxistin

Di panela ku li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin de bi dehan jinên endamên partiyên siyasî, rêxistinên sazî û yekitiyên sivîl ên herêma Efrînê amade bûn. Di panelê de 5 mijar hatin şîrovekirin.

Hola panelê bi alên Kongreya Star, YPG, YPJ û wêneyên şehîdan Sakîne Cansiz, dayîka Aqîde û Havrîn Xelef hatin xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên `Soza me em êpergala Îmraliyê hilweşînin û em bi Rêber Apo re azad bijîn` û `Em soz didin şehîdan Dayîka Aqîde, Hevrîn, Amara û Barînê tola wan hilînin` hatin daliqandin.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêvber a Koordînasyona Têkiliyan a Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvîn Reşîd axivî û destnîşan kir ku jinê mirov ji civaka nêçîriyê veguhestiye civaka aram û wiha got: “Ji ber pergala wê ya dayîksalarî ya civakî cihek girîng girt. Lê piştî derketina pergalên mêrdestiyê, sûc li dijî jin, civak û mirovahiyê pêk hatin. Ew jî bû sedema ku nasnameya jinê tune bibe û di derketina kapîtalîzmê de bû alîkar.”

Endama Kongreya Star Nayle Mehmûd li ser vê mijarê got jin di dîrokê de wek hêzek civakî ku civakê bi orgenîze kir û bi rêve bir hate naskirin.

Nayel bibîr xist ku jin di dirêjahiya serdeman de bi taybet piştî avabûna sazumaniya dewletê bi rêveberiya zihniyeta mêrdestiyê li dijî jinan tevahiya cureyên cewisandin û zulmê hatin meşandin û wiha anî ziman: “Jin ji mafên xwe weke mirov mehrûm ma, hebûn û rola wê di afirandina berhemên mirovî tune bû.”

Endama rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Şirîn Hesen ev mijar nîqaş kir û diyar kir ku divê jin li dijî vê zihniyetê rabe. Her wiha bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan tundiya li dijî jinê şermezar kir û bi jiyan bi nav kir.

Endama Koordînasyona Têkiliyan a Kongreya Star Îlham Mihemed di mijara duyemîn a panelê ya girêdayî jin û siyasetê de axivî û têgeha siyasetê pênase kir û got: “Siysaet wekî têgeh komkirina nêrînan derbarê mijarekê de ye. Hin kes wekî hêza desthilatdarî û pevçûna ji bo desthilatdariyê an jî amûrek ji bo pêkanîna armancan an jî hunera rêvebirinê pênase dikin, hin din di siyasetê de azadî û berxwedanê civakê dibînin, lê xaka hevbeş a di navbera hemû pênaseyên siyasetê de rêgeza rêveberin, rêxistinkirin û hunera birêvebirina civakên mirovahiyê ye.”

Endama rêveber a Meclisa kantona Efrînê Sureye Mihemed mijara duyemîn a panelê nîqaş kir û diyar kir ku heta têkiliya dayîk bi zarokên xwe re siyaset e, her ferdek xwedî siyaset e û wiha domand: “Lê ji bo ku jin û siyasetê ji hev cûda bikin hincet derxistin ku jina di warê siyasetê de lewaz e, lê rêveberiya herî rast jin dike, delîlê vê yekê girêdana jin a bi çand û dîrokê vê ye.”

Mijara sêyemîn a panelê bi navê “Jin û doplomasî” bû. Ev mijar ji aliyê rêvebera Mala Jinê ya kantona Efrînê Zelûx Reşîd ve hate birêvebirin. Zelûx anî ziman ku “Pîvana sereke ya wekheviya di navbera jin û mêr de, piştgiriya rola jin di hemû qadên jiyanê de ye siyasî, civakî, aborî û çandî ye. Doplomasî jî wiha ye yek ji pîvanên serek û herî bi bandor ji bo jinan e. Pêwîste wekheviyek di navbera herdu zayendan de pêk were da ku karibe xebatên doplomatîk bi rêve bibe.”

Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Şehbayê Rîhab Hibo girêdayî mijara çaremîn a panelê ji bo jina ereb axivî û diyar kir ku “Jinê di dirêjahiya dîrokê de bi taybet jina Ereb rastî zulmê koletiyê ji hêla zihniyeta mêrdestiyê hat. Jin ji gelek serdeman re ji mafên xwe bê par ma û hate paşguhkirin. Bi taybet di civakên êlan û çandiniyê de. Ji ber ku kevneşopiyên wan civakan bandor li jinê kir.”

Endama rêveber a ciwanan Esmaa Mihemed di mijara pêncemîn de ya girêdayî şerê taybet axivî û got: “Şerê taybet armanc dike bi tevahiya rêbazan pêk bîne.”

Esmaa wiha domand: “NATO`yê yekemîn aliyê ku şerê taybet ava kiriye da ku li hember xeteriya komunîzimê bisekine û rê li pêşiya tevgerên rizgariya gelan ji mitîngeriya nû bigire. Her wiha hêzên ku berjewendiyên şirketên kapîtalîzmê li cîhanê tune bike.”

Back to top button