Arşîv

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê rêgezên xwe ji jinên Reqayê re dide nasandin

Civînek li navenda Rêveberiya Jinan a Reqayê hate lidarxistin û tê de rêgez û armancên partiyê hatin pênaskirin.

Endama Buroya Jinan Şîlan Ehmed di destpêka civînê de rêgezên partiyê şîrove kirin û got: “Partiya Sûriyê ya Pêşerojê partiyeke siyasî ya gel e, serbixwe û dûrî etnîkan e. Partî xwe dispêre têkoşîneke aştiyane.”

Şîlan da zanîn ku partî bernameyeke xwe ya siyasî û fikrî heye û baweriya xwe bi pirrengî û azadiya ramanê heye û wiha domand: “Partî li ser yekbûna axa Sûriyê û têkiliyên baş bi dewletên cîran re, teqez dike. Her wiha partî bi wekheviya di navbera her du zayendan de bawer e.”

Şîlan bal kişand ser kongreyên di demên pêş de ji bo xurtkirina rola jinan di aliyê siyasî û hilbijartina sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li şûna şehîd Hevrîn Xelef.

Civîn bi nîqaşên li ser çawaniya endamtiya partiyê û mercên tevlêbûnê bi dawî bû.

Tê payîn ku di demên pêş de civînên bi vî awayî li dar bikevin da ku zemîna kongreya partiyê di mehên pêş de çêbe.

Back to top button