Arşîv

Jinên ji Qamişlo: Bi yekitiya Kurdan dê aloziyên herêmê çareser dibin

Gelê Kurd li seranserî Kurdistanê rastî êrişên dewletên dijmin tên. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bi berdewamî rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê û bajarên Kurdan dagir kirin û bi armanca tunekirina çanda Kurdan demografiya herêmê guhartin.

Gelek însiyatîfên der barê girîngiya yekrêziya Kurdan û derketina li dijî dagirkeriyê de derketin holê. Ji girîngtirîn însiyatîfan jî însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî ye.

Jinên ji bajarê Qamişlo ji ajansa me re destnîşan kir ku yekitiya Kurdan heye lê pêwîstî bi yekrêziya siyasî-kurdî heye.

Welatiya bi navê Rodîn Îsa ji şêniyên taxa Qidûrbeg a Qamişlo ye û îşaret bi yekrêziya Kurdan kir û anî ziman ku gelê Kurd domdar rastî qirkirin, komplo û êrişan hatiye. Rodîn wiha axivî: “Divê hêz û partiyên siyasî yên Kurdan ji bo yekitiya kurdî kar û xebatê bikin, ji ber dema mijara doza kurdî vedibe, aliyên dijber li dijî doza kurdî dibine yek.”

Rodîn diyar kir ku şêniyên Rojava bi hezaran şehîd dane, lewma ji mafê wan ê rewa ye ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin. Rodîn got: “Heke her çar parçeyên Kurdistanê bibine yek, dê hêzekê ava bikin û aloziyên herêm tê re derbas dibe, çareser bikin. Her wiha tecrîda li dijî rêber Ocalan ji girîngtirîn astengiyên li ber yekrêziya kurdî ye, ji ber dijmin baş dizanin ku heke Rêbertî ji girtîgehê derkeve dê azadiya gelên bindest mîsoger bike.”

Rodîn Îsa bang li partiyên Kurdan û nûnerên her 4 parçeyên Kurdistanê kir ku bigihîjin lihevkirinekê, berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin milekî û berjewendiyên Kurdan bidin ber çavên xwe.

Welatiya bi navê Zehra Abdulkerîm ku ji şêniyên taxa Bişêriyê ya Qamişlo ye, axivî û wiha got: “Tevahiya gelê Kurd yekitiya xwe mîsoger kiriye lê pêwîstî bi yekrêziya siyasî ya kurdî heye, nakokiyan deynin milekî. Ji ber hebûna me, çi ji aliyê siyasî ve be û çi jî ji aliyê civakî ve, bi yekrêziya me ve girêdayî ye.”

Zehra got: “Parçebûna di nava yekrêziya kurdî de dikeve xizmeta faşîzma Tirk, lewma heke ev yekitî mîsoger bû, dê êriş têk biçin.”

Welatiya bi navê Zehra Abdulkerîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berjewendiyên hin partiyên siyasî yekitiyê asteng dikin û xizmeta gelê Kurd nakin.”

Back to top button